Bûyerpress
Bi banga melayê esrê re ji malê derdiketim. Li gel zarokên kolanê, min canê xwe bi birek ji lîstikên têvel xweş dikir û xwe li bin guhê erdê dixist, hetanî ku ji hev diketim.
Di nîvrojên havînê de, bi xiroş li bendî melayê esrê dimam; lê dema ku dadiketim kolanê, min hew dixwest ku melayê mexrebê bang bide.
Hema ku bibûya berêvar û melê bigota “Elahu Ekber”, divê ku dawî li lîstikê bihata; ji ber ku di pişt 3 – 4 xulekan re dê dêya min li min bigeriyaya û ez ji nêva zarokan derxistima..( Bi vê yekê min pir şerm dikir)
Dihatim malê…
Dêya min bi xwe Koçera gundan e, lê bi nêzîkatî û têkiliya xwe, tu dibêjî qey aniha ji pişta çiyê, ji koçeriyê tê…
Nifir, delalî, tinazî, rabûn, rûniştin, dijûn û tevgera dêya min, bi Kurdiyeke xwerû ne. Ew ji du tiştan pir hez dike: Yek jê xwendin, a duyan paqijî.
Îcar her du lingên min wekî boriyên sopeyê yên bitenî, wisa tozgirtî bûn.
Tenê ji tirsa dêya xwe diçûm ber çeşmeyê û bi hindek av, min lingên xwe dinimandin.
Berî ku tu kes bi xew ve biçûya, dayê zend û bendên xwe badidan û şîvek ji me re dianî.
Hema ku me şîv bixwara, wekî parsekên ku doza pereyan dikin, me wisa li bavê xwe dinihart.
Yekî ji me digot:
– Yabo çîroka Elo û Fatimê bibêje.
Xwişka min bi dengekî bilind bang dikir:
– Na yabo qurban, çîroka Pilo û Bihemed bibêje.
Birayê min ê biçûk ku ne ji zû ve zimanê wî li axaftinê vebûbû (Lê ji wê hingê ve diyar dibû ku guhdarekî baş e), digot:
– Yabo, Şengê û Pengê ji bo me bibêje lo.!
Bavê min jî nedizanî ji me re bibêje: “NA”. Bi dengekî ji xweşiyê xweştir, digot:
-Bila berxê min, ez ê hemûyan ji bo we bibêjim.
Bi rakirina şîvê re û di ber qerebalixa me re, dêya min nivînên me bi hostayî li nêva odeyê radixistin…
Lê ji doşeka bavê xwe pê ve, qet em li nivînên xwe nedibûn xwedî û ne jî bi ser wan de diçûn.
Hema ku bavê min xwe li ser doşeka xwe dirêj bikira, me her heşt zarokan bi gewdên xwe yên biçûk, bedena bavê xwe ya zexim, dinuxamt.
Belê, duyan serên xwe datanîn ser her du zendên bavê min, duyên din jî teniştên bavo ji xwe re dikirin palgeh, her hal dê yek ji me li ser zikê wî pal bidaya…
Tu kesî nediwêriya bi ser cihê min de biçe. Min serê xwe datanî ser çîçka bavo ya rastê û eger ne ew der bûya, vegotina 300 çîrokî li pey hev û din, bi min xweş nedihat.
Bi dengekî germ, bavo çîroka xwe bi vê pêşgotinê vedikir: “Hebû nebû, mezinê Filehan se bû…”
Ê ku bavê min nedinasî, digot qey tenê karê wî çîrokbêjî ye. Çi qasî bibêjim ku bavo xweşbêj e, dîsa kêm e.
Îcar bi ewî dengê xweş û qalind re, dilerizîm. Bi wan pesn û nimandinên ku bavê min li çîrokê bar dikirin, min wêne û dîmenên spehî saz dikirin…Wisa, ji çîroka bavê xwe re hem dibûm guhdar, hem jî temaşevan.
Di odeyê de ji dengê bavê min pê ve, dengekî din nedihat bihîstin…Tenê carinan dêya min ji vê yekê hêrs dibû; ji ber ku derfeta dilvekirin û gazindên roja dirêj, di her du se’etên li nava nivînên şevê de pêkan bû, û me zarokan ew her du se’et ji bo çîrokên xwe desteser kiribûn.
Vegotina çîrokekê li pê çîrokeke din dom dikir, hetanî ku em her heşt bi xew ve biçûna.
Wê demê bavê min bi baldarî em ji ser kelaxê xwe radikirin û her yek ji me li ser doşeka wî/ê bi cih dikir.
Şevên havîn û zivistanan wiha dom dikirin…
Nizanim ez bibêjim mixabin an na, em mezin bûn..
Hinan ji me şo kir, hin jî bûn rêwî, hin ji malê derketin û hin jî bi xebata xwe ya kesayetî ve daketin…
Destpêkê ez pir ji Xwedê aciz bûm; ji ber ez poşman bûm ku mezin bûm.
Min hew dikarî li ser bedena bavê xwe, xwe dirêj bikim û bi xweşiya dengê wî bi xew ve biçim; ne jî bavo dikarî rahêje min û bi nazdarî min li ser doşekê bi cih bike.
Çawa ku xeta simbêlan reş bû, êdî gênc û sîpekên hevalên min bi keçik û harbûniyan ve xerîk bûn.
Ez jî di bêrîkirina ewan kêliyên şevê de diçilmisîm û her ku tê bîra min xwe bi ser ve dibim. Lê qevaztina di ser vê bîranînê re, ji min zêde ye, nikarim.
Û hetanî vê gavê, ne vegotineke wekî ya bavo xweş, ne jî xeweke wekî ya wê hingê şirîn, bi dest min neketine…