Bûyerpress
Çekdarên artêşa Tirkiyê duh Çarşemê ji Kelha Sem’anê; gundên Xezawiya, Şadîra û Îskayê yên navçeya Şêrawa bi giranî topbaran kirin.
Li gorî dezgehên ragihandina xwecihî, her sê gundên Xezawiya, Şadîra û Îskayê yên Kantona Efrînê, zêdetir ji 15 avêjtokên hawinê li wan ketine û hetanî niha, ziyanên topbaranê nehatine zanîn.
Artêşa Tirkiyê ji aliyekî û ji aliyekî din ve komikên rikberiya Sûrî yên girêdayî Tirkiyê, her ku diçe topbaran û gefên wan li ser deverên Efrîn û Şehbayê zêdetir dibin.