Bûyerpress
Piştî ku Hikûmeta Tirkiyê der heqê çalakvanê Kurd Cewdet Ayaz de 15 sal ceza birîn, êdî Ayaz penaberî Sirbiayê bû, lê belê Sirbiayê careke din ew radestî Hikûmeta Tirkiyê kir.
Cewdet Ayaz piştî ku ji Tirkiyê reviya, êdî bi mebesta penaberiyê ber bi Sirbia ve çû û duh Duşemê desthildatdariya Sirbiayê ew radestî Hikûmeta Tirkî kir.
Komîtiya Dijî Işkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ji beriya aniha hişyarî dabû Belgradê ku Ayaz radestî Hikûmeta Tirkî neke.