Bûyerpress
Selam Darî
Wê şevê pê de, pitpita Xanimê ji guhên wî derneket.
-Kuro Xelo: “Ya sibê tê wek vê xelkê tevî dakevî Duhokê, ji xwe re li karekî bigerî; û yana ez nema vê yekê ji te qebûl dikim”.
Xelo di nava cihan de ye, deng jê nayê, ditirse biaxive û pişta xwe daye jinikê.
-Kuro te ez be’ecandim, çima tu bersiva min nadî? Tu wek gayê Xemo yî lawo!
-De raze xanimê ,ta sibê xudê mezin e.
-Bine bine ha, eger tu sibe neçî Duhokê, tu dizanî wê çi çêbibe, tu li devê min rast hatiyî, min ji te re sist kiriye tu jî pê de têyî, xuya ye bi te gelekî xweş e ku tu bêkar mayî. Ew jiyana ku li Qamişlo min bi te re bûrand, êdî nema bi wî rengî dijîm.
-Bextê min î reş ,kuro tu dibê qey çavên Xanimê li vî welatî vebûne, nema ditirse jî lawo..! Yê min kî ji min re bibêje: Ev welat li pîrekan tê ,wan dike mêr (Di dilê xwe de dibêje(.
Ji xwe re dibêje: Eger ez biaxivim, dê nav me ne xweş bibe.
-De bavo raze, bi soz sibê diçim Duhokê, û li karekî digerim.
-Ah wilo qurban, te îcar dilê min xist di cih de û dikarim xew bikim. Qurban dilê xwe ji min negire, ez dixwazim rewşa me xweş bibe, li min bibûre delalo….
Sibehê xanimê di kon de diçe û tê, teqereqa firaxan e. Taştêya Xeloyî amade dike, da ku wî bi rê bike.
-Heyrano(Bi dengekî qube), rabe taştê bixwe!
Xelo bi lez ji nava cihan rabû, berê xwe da destavê! Wey ev hinek tê de ne lawo.. Li ber xwe ket û di cihê cih de vegeriya.
-Keçê çavdêriyê li destavê bike ta ku vala bibe.
Hema dît ku cîranê wî derket ,di cih de ew çû.
-Keçê ma av heye ez dest û rûyê xwe bişom?
-Erê erê, wa di bîdonê kesk de ye.
Xelo bi lez çend gep xwarin.
-Keçê bi Xwedê pere jî bi min re nînin.
-De va ye 5000 Dînar bi xwe re bibe.
Hema Xelo pere xist di bêrîka xwe de û berê xwe da dergehê kampê.
Bi sedan kes diçin, bi sedan tên. Kamp cihê xirecireke mezin e…hin ji wan nasên Xelo ne, silavê lê dikin, silava wan bi serê lêvan vedigerîne, dilşikestî ye, dunya di çavên wî de sar bûye.
Nizane bê çawa giha dergehê kampê, dengê şufêran xweş tê: Duhok,Sihêla, Hewlêr…
Di cih de berê xwe da tirimbêla ku diçe Duhokê.
“Xuya ye kamp ne gelekî dûrî Duhokê ye, ji ber ku ez zû gihiştim bajêr.
Cara yekem e Duhokê dibînim, çi bajarê xweş lawo!
Sitrana Şivan Perwer di bîra min de tê:
Ez çûm Duhokê Duhoka rengîn
Gelek ciwan e bajarê şêrîn
Lê çi bibêjim, dilê min bi vê jîngehê xweş nabe. De ka ez ji xwe re li karekî bigerim. Li vê kolanê û li ya din dipirsim, lê çare nîne. Kesên di bazarê de hemû yek bersivê didin: Karker ji me re ne gerek in.
Kuro dikeve serê te, di vî bajarê mezin de, nikaribim karekî peyda bikim? Hêêêh, ez ê bi çi rûyî herim malê, û dê Xanim çi ji min re bibêje?”
Roj nêzîkî nîvro bûye, ew bi xwe jî westiyaye. Ji nişka ve xwe li ber dergehê xwaringehekê dît, di ser xwe re nerî û xwend: Xwaringeha Şêx Se’îd.
Gerek e xudanê vê xwaringehê welatparêz be, Xwedê ye, heye karê min li cem wî hebe. Dudilî dibe:
-Nizanim derbas bibim, derbas nebim..? Hema bi Xwedê ez ê derbas bibim.
Nav di xwe da, derbas bû û berê xwe rast da wî kesê li pişt maseyê rûniştî, ew ê cil û bergên Kurdî wergirtine. Kêsmê wî dide xuyakirin ku xudanê xwaringehê ye.
Bi dengekî nizim silav lê kir, lê mirovê li pişta maseyê bi dengekî bilind silava wî vegerand: Ser serê min amo, kerem ke.
-Dixwazim pirsekê ji te bikim?
-Xêr e
-Dixwazim kar bikim, ma karê min li cem te heye?
Dema ku bi vî zaravî axivî, xudanê xwaringehê got:
-Tu xelkê Rojava yî?
-Belê amo.
-De fermo rûne. Kuro Şêro çayekê bo mêvanê me bîne!
-Wey tu bi xêr hatî.
-Tu sax bî.
-Min gelek birinc ji penaberan re rêkir, bere xêra min be.
-Bira! Karê te li nik min heye, eger tu bixwazî şol bikî?
-Seyda! Ma tu yê rojane çi bidî min?
-15 hezar Dînarên Iraqî.
-Ma ne kêm e amo?
-Kuro bê çi hûn miletê Rojava zimanê we dirêj e, ma parsek û bi şûr qetek?
-Bes bes be…(gotina wî dibre)
-Ji te re bibêjim, berî hûn bêne vêrê, dizî li Kurdistanê nebû, piştî hûn hatin welatê me; we dest bi diziyê kir. We gelek kes kuştin. Qey çavê we li xerakirina welatê me ye?
Ev welatê ku me bi xwînê standiye, gerek e we ji vî welatî re rêz girtiba, eger ne ji me ba, dê kûçikên we li ku bireyana? Hûn bi xêra me îro penaberên pêncsitêr in.
-Seyda seyda, bêhna xwe fire… (Gotina wî dibire).
-Hûn gelekî ne baş in ta bi xêzanê we jî van mûdêlên firencî li xwe dikin, qey rûmet li nik we nîne..?
-Hey kurê…………ê, tu ser pîrekê me wisa diaxivî hey bênamûs..
Û bi gotina xwe re jî kulmek avêtê. Dema ev xirecir çêbû, karkerên xwaringehê bi wan ve hatin. Hinan ji wan polîs xwestin.
Polîs di du-sê deqeyan gihiştin.
Her dû bi hev re birin. Gotinên xwediyê xwaringehê standin, û ew sebest berdan. Li pepûkê Xelo zîvirîn û bi zirt bi ser de rabûn:
-Tu penaber î, divê tu bi edeb bî kuro û eger na, em ê te vegerînin cihê tu jê hatî .
Ma tu nizanî ku “Çênabe kerên guhsist, tirên şidyayî bikin?”.
Û ji wê rojê de, nema Xelo dengê xwe ser Xanimê bilind kir .
Hin bi hin fêrî bêdengiyê bû.
Diruşma wî di jiyanê de hat guhertin, û her dem digot: Bêdengî jiyan e.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 71’ê de hatiye weşandin. 2017.12.15