Bûyerpress
Biha’edî Şakir
Piştî 16’ê Cotmehê ku bajarê kerkûkê ji aliyê Heşda Şabî û artêşa Iraqî ve hat dagîrkirin; êdî ji gelê Kurd re baş zelal bû ka li ser astên navdewletî, herêmî û navxweyî, kî dost e û kî dijmin e.
Her wiha careke din hat xuyakirin, bê çendî yekrêziya hêzên siyasî û daneheva mala Kurdî girîng e; ji beriya ku derfeta sedsala 21’ê ji dest me here.
Bêdengiya Amerîka û welatên rojavayî der barê dagîrkirina bajarê kerkûkê bi çekên Amerîkî û di bin serperştiya her dû efserên Îranî “Qasim Suleymanî” û “Iqbal Bûr” de, bi tenê weteyek e wê heye: Ew jî diyar dike ku ta kîjan radeyê nerînên van welatan der barê pêşeroja Iraqê de şaş in, ji ber ku bûyera kerkûkê bi tenê dikeve di berjewendiyên rêjîma îranî de, û Iraqê bi temamî radestî wê dike.
Li aliyê din; ji ber ku Kurdan bi tenê referandomeke nepabend bi serxwebûnê li dar xistibû, û tu serxwebûn ji aliyekê tenê ve ranegihandibû.
Wisa helwesta van welatên Hevpeymana Navdewletî der barê referandomê de li dij pîvanên mafên mirovan û di heman demê de li dij pîvanên civakên wan, dihat.
Li ser asta herêmî em dikarin bi kurtayî bibêjin ku: ” Rî dibe bost, lê dijmin nabe dost”.
Lê tiştê herî balkêş di helwest û kiryarên van welatên herêmî der barê referandoma Herêma Kurdistanê de ew bû, wan ne tenê dixwest ku di pêşî de û ji beriya ku referandom li dar bikeve wê rawestînin û pûç bikin.
Lê belê ewan dixwest ku hêvî û xewna serxwebûnê ya ku ji beriya sed salî ve di dil û mejiyê Kurdan de mezin bûye, û bi lidarxistina referandomê di wijdanê nifşên nûhatî de li seranserî Kurdistanê geş dibû; ewan dixwest ku wê hêvî û xewnê vemirînin, da ku careke din neyê vejîn.
Lê ya herî girîng ji bo gelê me, şikestina li ser asta navxweyî bû; bi sedema ku Kurdan nikarîbû nakokiyên xwe yên dehên salan li pişt xwe bihêlin û çareser bikin, da ku rê nedin dijminê xwe ku destêwerdanê di nava wan de bike.
Ezmûna Kerkûkê ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê mînak e, lê li Rojavayê Kurdistanê jî gerek e ev ezmûne li ber çavan bimîne û sûd jê were wergirtin.
Mixabin ta roja îroj, hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hîn li gor wê rewşa ji beriya 16’ê Cotmehê tevdigerin, û wekî ku tiştek bi serê Kurdan nehatibe.
Ya ku ji hemû aliyan tê xwestin ew e ku rahêjin barê xwe yê neteweyî û bi berpirsyarî di vê qonaxê de tevbigerin…
Ji ber vê yekê eger ku hêzên Kurd ên desthilatdar (TEV-DEM) destpêşxeriyekê ji bo daneheva mala Kurdî pêşkêş nekin, û ku ev destkeftiyên Rojava têk herin, dê li pêşiya gelê xwe gunehbar bin.
Her wiha li dûv vê destpêşxeriyê, ji aliyên Kurd ên din (ENKSê û Pêşverû) tê xwestin ku bi erênî nêzîk bibin. Di heman demê de ji hemû aliyên Kurdî tê xwestin ku kêmaniyê ji hev dû bikşînin, da ku di vê dema hestyar de bigihin yek helwestê û yek projeyê.
Wisa eger ku Kurd di projeya xwe de li Rojavayê Kurdistanê bi ser bikevin, wê çaxê dê ew serkeftin ji bo her kesî be, û dê deriyê destêwerdana dijminan bi yek çarî re were girtin.
Û eger Kurd bi ser nekevin; helbet dê beyhod (zerer) kêmtir be, û milet jî li paş tevgera xwe ya siyasî di yek eniyê de bimîne.
Kurdan ji mêj de gotiye: ” Mirina Tebayî…Ji Jîna Bi Tenahî Birûmetir e”.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 71’ê de hatiye weşandin. 2017.12.15