Bûyerpress
Keko Osman
Di baweriya min de ev diyardeya neyênî (Dijayetî) taybetmendiya tevger û civaka Rojhialata Navîn bi giştî ye, girdayî kevneperestî û ezezîtiyê ye ji aliyekî ve; aliyekî din ve girêdayî berjewendî û partîtiyê ye, hem jî girêdayî çand û perwerdeyeke oldarî yî çewt e.
Her wiha ji bandora peyrewîtiya partiyên Rojavayê Kurdistanê ji partiyên Kurdistanî yên sereke yên parçên Kurdistanê yên dîtir re, ye.
Lewra partiya ku ji 57’ê ve ava bûbe, xwe dibîne binemaya damezrandina partî û Kurdayetiyê û ji xwe pê ve napejirîne.. ev jî yek ji pêrsgirêkên sereke ne.
Her wiha sekreterê dêrîn peya nabe û derfetê nade yên dîtir ta gora wî neyê kolan. Di heman demê de nûjenên sergerm dixwazin gevneşopî tev were rûxandin û rêşkirin.
Îcar ev tovê diyardeya dijayetiyê diçînin û dibe gereka rûxandin û hilweşandina tevger û civakê, têkbirin û binpêkirina prensîpên wekhevî û dadmendiyê di welatan de, lewra rêyên çareserekeirin û pêşveçûnê dixitimin.
Ev diyarde di pêwendiyên siyasî de yên di nav partiyên me de li seranserî her çar parçeyên Kurdistanê bêtir zelal dibe, û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê.
Der barê peyrewîtiya partiyên Rajavayê Kurdistanê ji partiyên Kurdistanî yên sereke re(Ên parçeyên din)û xwespartina biryar û fermanên wan partiyan de, ez ê mînakên wek sembolîk nîşan bidim:
Dema berf li Qendîlê were xwar, an baran li Hewlêrê bibare, an jî roj li Silêmaniyê vede, di heman demê de li Rojavayê Kurdistan “sobe” tê dadan, sîwan tê vegirtin, gumlikê milkurt tê wergirtin..
Û carcaran ew nakokî di nav wan partiyên sereke de vedimirin, hingî partiyên me yên Rojavayê Kurdistanê dibin dizê pêlavên xwe, mixabin. Îcar ev peyrewîtiyeke korane ye û karvedana wê “Diyardeya Dijayetiya” wan partiyên parçeyê Kurdistanî, derbasî nav partiyên Rojavayê Kurdistan dibe.
Eger em Kurd wek tevger, rêxistin, sazî û rewşenbîr li xwe venegerin û çareyekê peyda nekin; em ê nikaribin hevkariyeke siyasî li gor van qonax û derfetên dîrokî û zêrîn saz bikin û em ê xewna sedê salan ji dest xwe berdin.
Ev nayê wê wateyê ku ez bê hêvî me, berovajî vêya ez geşbîn im ku siberoj a gelê me ye, û gelê me bi partiyên xwe ve xwedî rol û bandoreke erênî ne, her wiha qadên berxwedan û têkoşeriyê li Bakur û Başûrê Kurdistanê nikarin ked û xwîna wan bidin mandelê.
Tenê dixwazim piştrast bikim ku Rojavayê Kurdistanê di qonax û derfetên awarte re derbas dibe, lewra gerek e berpirsyar li gor peywirên xwe bin, û behaneyên dijayetiyê dê cihê gûmanan bin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 71’ê de hatiye weşandin. 2017.12.15