Bûyerpress
Cîhan Hesen
Wê rojê wekî gelek car, roj û kêliyan; min xwe bi tenê hest kir. Li derdora xwe nihêrîm, ew jî ji min re nebûn bersiv.
Belkî ew jî weke min bûbûn, êdî nema bi xwe, bi jiyan, bi kêfxweşî , bi êş û bi evînê hîs dikin.
Wisa wê rojê jî hat bîra min ku divê hinekî xwe rihet bikim, dûrî mirov û qelebalixa jiyanê bikevim…
Ez çûm kur û neçûm kur, gazinc û gilî nediqediyan; hinekan behsa nên dikir û digot ku: Em êdî newêrin nên bixwin, ditirsin kevir û qilçik tê de hebin.
Weke her roj nan nayê xwarin.
Hinekan behsa mazotê dikir, û digot: Zarokên me ji serman re cemidîn û mazota komîna me hîna nehatiye.
Hinekan behsa muçeyan dikir û digotin: Ew muçeyên ku rêveberî dide me, têra me û tedbîrên jiyana me nake..
Her aliyekî behsa kêmasiyên jiyana xwe dikir, dibe ku mafê wan be; lê wê rojê min tu maf ji tu gazincan re nedît, ji ber ku êdî ji gazincên zêde nema min dikarî tehmûl û guhdar bikira.
Min tu çare ji bilî reva ji gilî û gazincên vê civakê nedidît, û ji bilî aliyekî ku ez pê de herim; tu warê min jî nema.
Ew alî jî, aliyê qulbe bû.
Jixwe baraneke pir xweşik dibariya, wisa hemî bîranînên lihevhatî û xweş dianîn bîra min. Ez di wan bîranînan de meşiyam, bêyî ku hîs bikim , hew min dît, dengvedanek hate ber guhên min, wê dengvedanê bi pistepisteke pir delalî deng dida û digot: Em ê kengî Kurdistana Azad bibînin..?
Hew wan tenê gazincên Azadiyê dikirin, û tenê Xweda lome dikir ku ew bi axa pîroz re zû kirin yek…
Dixwestin ku bi temamî Kurdistanê Azad bikin û piştre miradê vê pîrozbahiyê di wê kêliyê de pêk bînin.
Li wir, wan tenê dilê min şad kir û ew tenêtî ji bîra min bir , min li wir xwe aram û kêfxweş hîs kir .
Erê, hew min dît ez gihiştim goristana Şehîd Dijle û wan tenê xweş gazinc dikirin, ew jî Gazinca Azadiyê bû.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 71’ê de hatiye weşandin. 2017.12.15