Bûyerpress
Helbestvan û parêzerê Kurd Xelîl Sasonî, di sala 1944’ê de li bajarê Qamişloyê çavên xwe li jiyanê vekirine. Xelîl Sasonî xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistanên bajarê Qamişlo diqedîne, paşê li Zanîngeha Helebê di 1977’ê de Beşa Parêzeriyê bi dawî dike.
Malbata Xelîl Sasonî ku bi Mala Eliyê Ûnis tê naskirin, serkêşa Serhildana Sasonê bû û zêdetir ji 10 salan şerê Roma Reş (Tirkiye) kiriye. Xelîl Sasonî jî da ser şopa bavpîrên xwe, lê ewî tenê PÊNÛS wekî çek hilgirte nav tiliyên xwe û hestên xwe bi rêya xamê derbirî.
Di geşta nivîskariya xwe de, Xelîl Sasonî çar xelatên Kurdî wergirtine. Aniha berhevokeke wî ya helbestan a bi navê ” ŞÎPEK JI BERFA MERETO” tê çapkirin, jê û pê ve 3 destnivîsên wî hene.
Nivîskar Xelîl Sasonî ji beriya çend salan bi Nexweşiya Penceşêrê ket û ber bi Bakurê Kurdistanê ve çû, da ku li wir bê dermankirin.
Li Bakurê Kurdistanê û di 3’yê Çileya 2017’ê de koça dawî kir û li gundê bav û kalên xwe hat veşartin.
TÎRÊN KEVANÊN EBRIWAN
Tîrên ji kevanê ebriwên te ku weşîn min
Kirne birîn ewan ji min cerg û dilê min
Tîrên te digo hatine avêtin ji destê:
Restem kurê Zal ku pê mirin cerg û hiner min
Min hêvî hebû ku tê bikî rehmê li halim…
Gava ku te bîtir kir li min derd û elem min
Ger bibme evîndar, min digo dê bibme dil şad
Gava ku mi dî tîrên b`jehir barîn dilê min
Ew jehra helahil digerî l`canim bi giran î
Pê dikujî j`min carekî sebr û hewes min
Ez mame senem j`tîrên te re her wekî armanc
Ta bûme birîndar, çûn ji min hewl û qewet min
Nizanim çi bêjim ji te re ey xusrewa rinda
Lewra te bi der daye ji min `eql û emel min
Min êdî nema bo xwe divê jînê di dinya
Ew jîna ku tev jehr û elem bî di hinav min
KURDISTANA EZ DIXWAZIM
Kurdistanek ez dixwazim tê nebin jar û feqîr
Kurdistanek ez dixwazim tê nebin paşa û mîr
Kurdistanek ez dixwazim tê nebin qet paşverû
Tajiyê dijmin ew in… her doz û daxwaze nêçîr
Gava impiryal bi êrîş tê welat wêran bikî…
Bo kevanê destê wî carek dibin ew: Jehretîr
Kurdistanek ez dixwazim tê nebin: Axa û şêx,
Nêçîrvanên ava şîlo, dûvik û rêberên kwîr
Pale û cotkar neçin ber destê axê bo gilî
Ta li wan pêk bînî carek: Çîroka rovî, penîr
Hem mirîdê rîdirêj û reben û Yezdanperes
Hew li tekyê ser nixûm bî ber nigê şêx, qîre qîr
Ger çi şêxe, ger çi axa, herdû dûvên koledar
Dijminê millet seranser, wek hev in: Pîvaz û sîr
Rojê tengahî û tirsê, li milet nabin xwedî
Lê di rojên serxwebûnê… xwe dikin xweş destegîr
Ta bi kengî pale û cotkar bi vî rengê teres
Her di bin lingê bengêra perçiqin mîna hevîr?
Karker û cotkarê kurdan… her li wan bin: Kevnekinc
Lê xwedî Dolar û Dînar… li xwe kin: Şal û herîr!
Dewlemend in, polperest in, ez bi wan nadim tucar
Dîtina yek rûyekî tîrêjê tavê kirbî: Qîr
Rêberiya milletê Kurd, hew dihêlim têkevî
Destê diz û keleş û hem xwînmij û gayên di pîr
Kurdistana ez dixwazim: Tê de partî bî serok
Lawê karker: Serkomar bî, lawê cotyar bî: Wezîr
Nahêlim sermayedar çêkin hêlînên kapîtal
Çunkî Kurdistana sosyalîste min herdem di bîr
EZ DENGÊ BIRÇIYAN IM
Hevalê pêşmergahên ku li ser lat û çiyan im
Hêstirê çavê sêwiyan, ez dengê birçiyan im
Çakûçê destê karker im, dasa destê cotyar im
Dijminê paşverû me ez, ji pêşverû re yar im
Hevalê qata jêrîn im, ji kê bî yan ji kû bî
Neyarê qata jorîn im, çi nêzîk bî çi dûr bî
Hevalê pêşmergahan ez, hevalê şoreşgêr im
Zimanê gelên bin dest im, li dengê wan guhdêr im
Ez dengê karkera me ku li London û li Parîz
Qêrîna xwendevana me li Istenbol û Tebrîz
Nabim dostê mirovên wek: Cimeyyil, Şim`ûn û Hitler
Belê dostê şehîd im ez di axa Tellizze`ter
Ez dengê milletê kurd im, şoreşgêrê kurdî me
Endamê partîzan im ez, xebatkarê Mîdî me
Bo koledaran… tucarî serê xwe natewînim
Wek Gîvara şervan im ez, hevalê Hoşîmîn im
Hevalbendê Toda me ez li Ehwaz û li Tehran
Hevalkarê Dewgênc im ez li Enqera û Tetwan
Milletperwer û çeknas im… Silvadorê Elendî
Welatparêz û mêrxas im… Xandî, Nehroyê hindî
Li Kongo wa ji millet re… ez im dengê Lomomba
Di Şîlî de Nîroda me, ez im Kastro li Kûba
Ez im dengê Kebotşî ku li ser Qudis dinalî
Ez im dengê Mekaryos ku li ser Qubris dikalî
Tîrê çavê reşikan im… di sînga sermiyan im
Dengê: Newwab û Gorkî ser zimanê taziyan im
Ez im dengê Cegerxwîn û Mehmûd Derwîş û Lorka
Ez dengê Martin Loser im di nêv reşkên Emêrka
Hevalê karkera me ez: Kîm Îl Song ê Kûrî me
Xwêdana enya cotyar im… sosyalîstê Sûrî me.
WELATO
Palevan im, şixrevan im, rojava têm bêndera
Lê belê begler dizê van şixre û dasê min in
Pêşmergah im, şoreşvan im ez li ser lat û çiya
Paşverû her rêberê dijmin li hevrazê min in
Partîzan im, xwendevan im, doz û daxwaz: Pêşveçûn
Kevnperest her dijminê van doz û daxwazê min in
Sazebend im, awazên min ser zimanê millet in
Lê çi sofî dijminê van saz û awazê min in!
Teyrê baz im, serfiraz im, her li ezmanê te me
Bejnebost her xwey şewatê: Lîs û hêlîna min in
Leşker im ez, her peywanê xak û sînorên te me
Lê belê axa: Dizê çek, tiving û dûrbîna minin
Ez fîdakar im welato, xwîna min bo te diyar
Lê belê şêx: De`wedarên kuştin û xwîna minin
Sosyalîst im, şoreşgêr im, tim dinêrim ez li dûr
Dewlemend her: Dijminê raman û nêrîna minin
Ez dengbêj im, tu şepalî, her li ser te distirêm
Ên mejî zingar: Neyarên lavij û bestê minin
Torevan im, ristevan im, her pesindarê milet
Lê xwedî şaş: Dijminê van tore û ristê min in
Karker im ez, mil ji pola, gav û dem çakûç di dest
Lê xwedî sermiyan: Dizê west û keda destê min in
Zorîkar û xwînmij in ew, dijminê: Postê min in
Lê sipas îro, Belengazên welat: Dostê min in
JIYANA MIN
Jiyana min jiyanî tu, di jînê de: Bi jîn be
Her roj tu tirhekî nû wa bide şaxê xwe, şîn be
Meger carek bixwazî tu di ristêd bibme bilbil…
Di gulzara dilê min de: Binefşek sor û şîn be
Ji bo ku ez di jînê de nema êdî bikim şîn
Gula cûrî bi ber çavim, li ber bozêm: Bi bîn be
Eger tedvê bibhîzî sazê ristim û bibînî
Arê dil xweş, divêtin tu bihîstin û bi bîn be
Tu rûfinda min î lewra wekî perwane ez têm
Disojim xwe li ber şewqa te rûfindê, bi tîn be
Çiqas tînê evîna te, du çav û hem du lêvan?
Xwezî roja bibînim ku: Tu jî wek min bi tîn be
Jiyana min: Eger sax bim… xemê te dêb revînim
De ka tu jî ji bo derdê dilê min: Xemrevîn be
Divêm sozê bidî carek: li dinyê her tu geş bî
Nebînim ez tu rû zer bî, belê sor be, bi xwîn be
Ma hêjî tu nizanî ku ceger min tevde xwîn e?
Belê kohê Ararat im… tu jî: Ceger bi xwîn be
Di hebsa Mîrê Botan de… wekî Mem dê binalim
Heta rojek bibînim ku ji bona min: Tu Zîn be
Ji bo ku şehsiwarek bim di meydana cirîdê…
Ji min re tu: Kezî, zingo, gulabend û tu zîn be
Dixwazî koh wekî Ferhad bi neynûkan bikolim?
Nebînim ku di himbêza Perwîz de tu: Şêrîn be!
Birîndarê du çavên te û destê te: Mesîh e…
Bihêvî me ku rojek dê ji bo min: Baweşîn be
Jiyana min, bi rastî jî, di jînê de…Tu: Jînî
Tu ronak be di rêka min de jîna min… tu: Jîn be
Te nîvê dil revand û bir, te ez hiştim bi nêvî
Dilê nîvco, nizanî ku dê kêm şad û evîn be?
Belê dîsa e razî me, tenê tenha tu carek
Ji nîvê mayî re: Peyxam û saz û hem evîn be
De ka carek biparêze dilê nîvco ji derdan
Ji tîrê çavê xwey kujtar, li dora wî: Kemîn be
Erê jînam dilêm dîne, divêt wî ku e dîn bim
Belê ne ez bi tenha xwe… tu jî bi min re: Dîn be
Xwezî b`roja li maristana dînan pêrgî hev bin
Di wê rojê, ji min re tu: Parêz û ol û dîn be
Ezê nêva dilê xwe wa bi endazî bikolim
Veşêrim te ji ber çavan, ji ter: War û hêlîn be
Sehergahan bi berbanga sibê re, bême ba te
Civatê em bikin têde… ji mer cî û civîn be
Bidin hev em: Du çavan û du lêvan û du sêvan
Ku her deh tevlî hev bûn tu li her dehan, bikîn be
Heçî çav ew bila şer kin, herin hevdî bi êrîş
Birînkin hev bi tîran ew, di nêv wan: Qetle xwîn be
Bila lêv, hevdî ramîsin, binoşin hev, bidoşin
Şeraba ku ji hev mêhtin… meya gelgûn û jîn be
Belê sêva ku zer bûye ji givş û tirsa tilyan,
Serî gilyazeke sor e… bila zar û qêrîn be
Dilo dînooo bese êdî, bi rastî jî tu dînî
Heta kengî di vê jînê, tê hertim: Şêt û dîn be???
Dema ku Xelîlê Sasonî li Şama paytext dihat dermankirin û bijîşkan jê re got ku tu ji nexweşiya penceşêrê rehet bûyî, ev helbesta jêrîn nivîsand:
PENCEŞÊR
Penceşêr te dgo: Ez şêr im, qet li dinyê naşikêm
Wey pisîko tu binêre çawa îro m’ te şikand
Wek çiyayê Hîmelaya, tund û xurt im, nahejim!!
Wey reben, bahozê min rengê Sonamî, te hejand
Ez giran im, ez pêdar im, ragir im xwe, naleqim!!
Bablîsoka vîna min te kir kelemper û firand
Mifriq û pola me, hişk im, qet tucarî natewim!!
Ka binêre îro çawa min tu cût û te tewandî
Te ji min pirsî û gotî: Kansêr im, ez mêrkuj im!!
Ez: Kurê Sasûn û Xerzan, min jî bersiv bo te şand
Penceşêr, hew bêje şêr im, va ye dinya tev de dît
Min tu kir rovî û qirdik û l`nexweşxana gerand
Ber nexoşên (Karsînoma) tev bibînin vaye ku:
Heyfa Berzanî û Zaza û Nezîr mij te sitand.
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 71’ê de hatine weşandin. 2017.12.15