Bûyerpress
Şiyar Silêman
Tevahiya gelên cîhanê di qonaxên cûrbicûr re derbas bûne.
Di hemî serdeman de, kar û warên cûrbicûr ên jiyanê pev re hatine birêvebirin; çi ramangîrî bin, an zanistî bin an jî wêjeyî bin…
Û di wan birêveçûnan de serkeftin heye, şikestin heye û her wiha rawestan jî heye. Lê ji bo ku miletek karibe jiyana xwe berdewam bike û li ser hemî astan bi pêş de biçe, her dem sûdwergirtina ji serboriyan tê xwestin, ji ber ku bi saya serborî û ramanên zana û afrêneran, şaristanî tên avakirin.
Her wisa asta pilebilindiya gelan, ji çawaniya rêzgirtina wan ji sîmbol û şehrezayên wan re tê nasîn, lewra divê ku “Mirov” bi duristî bên avakirin, da ku zanibin çawa sîmbol, pêşewa û zanayên xwe destnîşan bikin û rêz li wan bigirin.
Di serpêhatiyeke “Iskenderê Mekedonî” de, hatiye ku carekê leşkerên wî di şerekî de bajarek wêran kiriye. Û dema Iskender bihîst ku ew bajar warê helbestvanekî ye (Ku berê mamosteyê Iskender bû), û helbestên wî bûbûn beşek ji çanda giştî di nava gel de, êdî ji ber hebûna wî helbestvanî di bajêr de, Iskender ferman da ku careke din ji nû ve ew bajar bête avakirin.
Dema ku em dîroka gelê Kurd di warê wêjeyî û ramangîrî de vekolin, em ê navine payebilind bibînin; wekî: Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Babe Tahirê Hemedanî, Elî Herîrî û hwd…
Eger Kurd wekî miletekî desthilatdar dîroka xwe bi rastî vekole, dê ev lîsteya payebilindan pir dirêj bibe; lê ji ber dîrok bi destê desthilatdarên biserketî tê nivîsandin, îcar her fermandarek dîroka xwe li gor berjewendiyên xwe dide nivîsandin.
Zanayên Kurd ên gewre, cihê xwe yê berz ê li gor ked û têkoşîna xwe nabînin. Ev yek jî ji ber nebûna desthilata Kurdî û kêmasiyên ku ketine kesayetiya mirovan di civaka Kurdî de, ye.
Di dîroka Kurdî ya nûjen de, di serdema sedsala bûrî de, eger em wê qonaxê bêxin pîvanên nirxandinê de, em ê navên mezin bibînin ku li gor şert û mercên wê demê wan karîbû bi karên mezin rabin, û bibin ronî û çira ji rêya gelê xwe re.
Wekî mînak, dema em behsa Cegerxwîn bikin, tevlî ku bawernameya wî ya zanistî xwendina zanistên oldarî bû û tenê feqetî xwendibû, lê wî karîbû bi zîrekî û bi zanebûn bibe wêjevan, zimanzan û dîroknas. Her wisa karîbû berhemine giranbuha ji gelê xwe re pêşkêş bike.
Ya balkêş jî ew e ku wê hingê, di nava civaka gelê Kurd de Cegerxwîn bû şoreşek û roleke xwe ya pir girîng lîst…û bandora wî ta niha jî li ser hemî rewşenbîr û xwendevanên gelê Kurd heye , ji ber wî bi dilsozî rahiştibû barê gelê xwe.
Ne tenê Cegerxwîn, lê belê gelek navên dîtir jî yên wekî: Celadet Bedirxan, Tîrêj, Mele Ehmedê Palo, Bêbuhar û Hesen Hişyar…her yek ji wan di warê xizmeta gelê xwe de, çîrokeke wî ya mêrxasî û têkoşînî ya tracîdîk heye.
Dema em bên ser rewşa gelê Kurd a niha, em ê bibînin ku hejmara xwendevanan û ya xwedan bawernameyên bilind pir mezin e.
Tevlî derfet û alavên berdest ên wek computer, enternet û hemî torên peywendî û ragihandinê, lê keda ku nifşên berê kirine, tevlî hemî fişaran û kêmbûna amûran, ji ya nifşê niha balkêştir e.
Divê mirov li ser vê rastiyê bi kûrahî û hûrbînî raweste, di demekê de ku hemî alavên pêşketinê yên berdest hene, gelo çima em nikarin xwe bighînin gelên hevçaxên xwe?
Ji bo serastkirina rewşê, îro ji her kesî tê xwestin ku li civaka xwe bi xwedî derkeve, her kesek li gor piyavê tê de kar dike .
Gerek e di warê wêjeyê de vekolînên zimanî û wêjeyî bi pêş de herin, da ku wêjeya Kurdî geştir bibe.
Divê ku kesên di piyavên zanistî de dixebitin, karibin wê zanistê bêxin di xizmeta gelê xwe de, hewl bidin ku wê bi zimanê Kurdî re jî biguncînin, û li gor taybetmendiya pîşeya xwe alîkariya zimanzanan bikin. Ji ber ku xwediyê her pîşeyekê, gerek e di zarewayên pîşeya xwe de zimanzan be.
Her wiha sazkirina rêxistin û sandîkayên pîşeyî yên xwecihî û Kurdistanî ji bo lipêşxistin û pevguhertina zanyariyan û bikaranîna wan ji rajeya civakê re, ew jî pêdivî ye.
Û li gor tiştên bûrî, tê naskirin ku bingeha avakirina her tiştî, zanebûn û raman e.
Her wiha bîr û boçûn dibin bingeha avakirina kesayetiya mirov û civakê, da ku ew mirov bibe hêmanê lipêşxistina welêt.
Her wiha divê ku ew mirov bibe navgîna maliştina toza bindestiya salan, hetanî ku em jî bibin wekî tevahiya gelên cîhanê yên pêşketî û xwedî şaristanî û sîmbol …pê re jî şarezayên me cihên xwe yên şayist di nava navdar, mezin û afrênerên vê zemînê de bigirin.
Ev nivîs di rojnameya”Bûyerpress”, hejmara 70’yî de hatiye weşandin 2017.12.1