Bûyerpress
Ebdulhekîm Ehmed Muhemed
“Civak ahengeke xweveşartinî ye, em rûyên xwe tê de vedişêrin”, ji vê pevoka fîlosofê Amerîkî Ralf Wardo Emerson (Ralph Waldo Emerson) em dikarin civaka xwe binirxînin û hin zorkêşên ku civak tê re derbas dibin, diyar bikin.
Bê guman li her çar kinarên cîhanê, xirecir û netebatiyek heye; çi ji şerên bê ser û ber be, çi jî ji nakokiyên olî û abûrî be. Lewma gelek civak ketin bin bandoreke neyînî ya van sedemên bihurî û bi pêşketina teknolojî jî, çavbelbûneke diyar di cîhanê de çêbû, û diyardeya koçberiyê ya miletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ber bi Ewropa û Amêrîka ve, bûne sedem ku gelek civat tevlîhev bibin.
Ji destpêka avabûna cîhanê ve, di navbera civakan de ji hemî aliyan ve cudabûn heye, ev ne kêmasiyek e, lê kêmasî ew e ku civak di wê çarçoveya teng de bimînw û hewla lipêşxistinê neke. Li vir em dikarin bibêjin ku civatên rojhilatî ji wan civatên ku tu pêşketin û guhertin di warê xwe de nekirin. Gelek dibêjin ku sedema wê yekê ew e ku desthilatên vê deverê nehiştin ku tiştek çêbibe, lê ya rastî ne ev e, ev civat bi xwe naxwazin ku xwe biguherin û ew bi vî rengî razî ne.
Her wekî ku Emerson gotiye, em xwe di vê nezaniyê de vedişêrin. Tevlî ku em li tevahiya cîhanê belav bûne, lê hîn jî em di wê çarçoveya teng de dijîn û dema ku em dixwazin xwe biguherin, em bi koratî û nezanî çav li civakine din dikin, lewra em dibînin ku gelek nakokî ji aliyên sincî, zanistî, siyasî û abûrî ve di civaka me de çêbûne.
Dema ku em piçek derft dibînin, em ji hemî prensîpên xwe derdikevin û berê xwe didin nebaşiyê; û em, di mêjiyê xwe de dibêjin ku ev pêşketin e (Anku guhertineke bi pêş de ye).
Gotineke din a Emerson li vir min mijûl dike, dema ku dibêje:”Eger tu bixwazî zanibî ka cira mêr bi hevjîn û zarokên wî re çawa ye, bibîne cira wî bi pirtûkên wî re çawa ye”.
Mixabin, cir û sewda bi pirtûkan re di nimiztirîn pile de ye, êdî em nema dibînin ku kesek radihêje pirtûkekê û bi dilşewatî wê dixwîne.
Nema kesek qala çîrokeke evînî dike, di malan de tenê nakokî bandra xwe li zarokan dike.
Li vir bala min tê ser warê rewşenbîrî. Di civakên zana de mirov bi hevrikiyeke zanistî li hev dinerin û pêşbirkiyê dikin; lê di civaka me de tenê hevrikî ji bo rikberî û şkestinê dibe. Rewşenbîr dijî rewşenbîr radibe. Siyasetmedar dijî siyasetmedar radibe.
Her wiha maldar û nezan jî; şaristanî, çand, welat û neteweyê ji bîr dikin. Me hêj jî girêdana bi welat ve, pêşxistina çand û civakê, lihevkirin û hevpejirandin…baş nas nekiriye.
Her yek ji me xwe di ser van tiştan re dibîne.
Bê guman ev yek dide xuyakirin ku em civakeke nezan, bê bandor û bê paşeroj in.
Gerek em sûd ji ezmûnên xwe bigirin, her wiha ji civakên din jî qezencan bikin. Pêwîst e civaka me di warê xwe de guhertineke ciddî û dirust bike. Tê xwestin ku berjewendiyên giştî ser ên taybet re bin. Di ramanên xwe de azad bin û azadiyê bidin hawîrdora xwe.
Her wiha pêdivî heye ku em mafên xwe nas bikin û erkên xwe bi cih bînin, dûrî galegal û gotegotan bin, hezkirinê belav bikin û di pêşketin û şaristaniyê de, handana nifşên nuh bikin.
Ev nivîs di rojnameya”Bûyerpress”, hejmara 70’yî de hatiye weşandin 2017.12.1