Bûyerpress
Demhat Dêrikî
Piştî referandoma Herêma Kurdistanê, radestkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê çend kesan ve, hêrîşên Heşda Şabî bi fermandariya Îranê ji aliyên leşkerî û siyasî ve, bêdengiya Amerîka li beramber vê rewşa nû, her wiha li van rojên dawî gefxwarinên dewleta Tirk li dijî Efrînê, di heman demê de yekbûna dagirkerên Kudistanê li dijî pirsa Kurd; ji aliyekî din ve nêzîkbûna dewleta Tirk û Rûsya ji hev, îmzekirina peymanên çekirînê di navbera herdu aliyan de, li aliyekî din jî gefxwarinên cidî yên ne weke her carê ku Îsrayîl li Libnanê dixwe û Erebistana Sûidî weke eniya Amerîka di van pêşketinên dawî de… ev bûyerên ku min rêz kirin, rewş û şîrovekirina deverê kiriye mij û nediyar.
Hetanî ku pir gotarên şîroveyî yên siyasî li ser vê demê, vale derxistin. Êdî divê baş bê zanîn û têgihiştin, li Rojhilata Navîn dewletên ku serkêşiya dinyayê dikin ne weke berê dirêj, bi saet û rojan siyasetê dikin û planên xwe pêk tînin.
Lê, di nava van guhertin û pêşketinên rojane de, xala herî girîng pirsa Kurdan û çarenivîsa miletê Kurd e. Gelo tevger û partiyên Kurdan heta çi astê ji vê rewşê re amade ne?
Xweseriya Demokratîk, YPG û HSDê dikarin rewşa heyî biparêzên û pêşî li êrîşên li ser Efrînê bigirin?
Dewleta Tirk bi biryar e û eger hêrîş kir, ev bi razîbûna Rûsya, Îran û Rêjîma Sûrî ye. Lê divê ev pirs bê kirin, gelo bûyerên li Herêma Kurdistanê rûdayîn dê li Rojavayê Kurdistanê jî rûbidin?
Berî demekê li Şamê, ceneralên Îranî li gel ên Rêjîma Sûrî eşkere peyameke devkî dane Xweseriya Demokratîk, dema ku gotin “Bila Kurd baweriya xwe bi Amerîka neyînin, dê hikûmeta Be’es vegere deverên ku Kurd lê diijîn.”
Anko, tenê strateciyeke dagirkerên Kurdistanê heye û ew jî ew e ku destûr nedin wê yekê ku Kurd bigihin mafên xwe, ji ber ku her destkeftinek li parçeyekî Kurdistanê, dê bandora xwe li parçeyên din bike.
Lewma, gefxwarinên dewleta Tirk bi taybet li ser Efrînê bi destûra Rûsya, Îran û Rêjîma Be’esa Sûrî ye.
Lê, çima Efrîn? Efrîn ji aliyê erdnîgarî û siyasî ve xwedî cihekî stratêjîk e, her wiha ji aliyê berhemên xaz û çandinî ve bi milyonan darê xwe yên zeytûnan hene û pir dewlemend e. Di hemen demê de ketina Efrînê tê wateya ketina hemû Rojavayê Kurdistanê.
Eşkere û vekirî dibêjim, di rewşke wiha metirsîdar de ji bilî Kurdan, hogirên Kurdan tune ne.
Lewre Amerîka aşkere û vekirî dibêje ku di dema niha de siyaseta wê ya pirsa Kurdî nîne û dibêje tenê peymana me li gel HSDê şerê li dijî DAIŞê ye. Ji xwe di bûyerên vê dawiyê de li Herêma Kurdistan helwêsta Amerîka eşkere bû. Ji bo Amerîka berjewendiya Îsrayîl, Erebistana Sû’idî û çend dewletên Kendavê, di ser Kurdan re ye û Amerîka li gel Rûsya peymanan di vê mijarê de îmze dike. Rûsya jî dixwaze dewleteke weke Tirkiyê li deverê bibe hevalbendê wê yê stratêjîk. Anko dîsa bi tena serê xwe man.
Bê guman, tu şek û gumana min ji bawerî, vîn û berxwedana YPGê û HSDê nîne. Lê, di rewşa niha de ku dinya bi zimanê çekên giran diaxive, bi zimanê dîplomasî diaxive, bi psporiya siyasetê diaxive, tenê bawerî, vîn û berxwedan têrê nake. Mînak, li Kobanê destanên berxwedanê hatin nivîsandin, lê eger balefirên hevpeymanê û pêşmerge nehatibane hawarê, Kobanê ketibû. Mînak, li şerê Vêtnamê, xelkê Vêtnamê bi milyonan qurbanî dan, lê eger Yekîtiya Sovyet di warê çekan de ne harîkar bûya û yekîtiya xelkê Vêtnamê ne xurt baya, Vêtnam bi ser nediket.
Divê em xwe nexapînin, divê em rewşê rast bibînin, ev qonaxa metirsîdar bê yekrêziya nav mala Rojava, bê yekalîkirina nakokiyên di nava partiyan de, bê dîplomasiyeke xurt û xwendina rojevê di warê siyasî de û bê hogirên durist, ev rewşa metirsîdar vale dernakeve.
Eşkere dibêjim, rewşa Rojavayê Kurdistanê di metirsiyê de ye û dibe ku hemû destkeftiyên heyîn ji dest biçin. Çima?
1- Partiyên Kurdan ne yek in, tenê gorna hev dikolin û berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên milet re digirin.
2- Hogirên (dostên) Kurdan nînin, siyaseta Amerîka beramber Kurdan ne cihê baweriyê ye.
3- Tevgera Kurdî di warê diplomasî de di bin sifrê de ye.
4- Siyaseta Kurdî hêj sînorê dirûşmeyan derbas nekiriye û ji dîrokê encam wernegirtiye.
Nexwe ji bilî lixwevegerînê û yekrêziyeke di berjewendiya miletê Kurd de di navbera partiyên Kurdî de û berjwendiya miletê Kurd bingeh bê girtin, nîne.
Ev yekrêzî dê hêzên mezin jî pêdivîdarê xwe bike û mafê çarenivîsa miletê Kurd misoger bike. Dibe ku bûbe dereng jî, lê tenê yekrêzî çare ye, ne berjewendiyên partîtî.
Ev gotar di rojnameya”Bûyerpress”, hejmara 70’yî de hatiye weşandin 2017.12.1