Bûyerpress
Dilşad Xalid
Salên berî 2011’ê, bi zordarî, tirs, girtin ȗ kuştinê dagirtî bȗn, ji lew re welatiyên Sȗryayê bi tevayî ȗ yên herêmên Kurdî bi taybetî ji ragihandinê (Anku derbirîna nêrîna xwe bi şêweyekî azad), ditirsiyan.
Behara Gelan tîrêjên xwe avêtin ser gelê Sȗrî. Dîwarên tirsê herifîn ȗ tevî ku rêjîm hêj jî nehatiye herifandin, lê helbet ew ne bi hêz ȗ hebȗna xwe ya berê ye ȗ ev yek bȗ sedem ku li bajarên Sȗryayê bi dehên sazî ȗ dezgehên ragihandinê vebin.
Her wiha ev rewş li Rojavayê Kurdistanê jî peyda bȗ ȗ derfeteke zêrîn hate pêş ragihîner ȗ rojnamevanan, ku karê xwe heta asteke baş bi azadî bikin.
Tevî ku hejmara rojnamevan, ragihîner ȗ dezgehên ragihandinê nema tên hejmartin jî; lê ya ku mirov matmayî dihêle ku çima heta nuha hêj jî xelk ji kamîra ȗ recorderê (Alava tomarkirina deng) ditirsin, gelo sedem çi ne?
Di baweriya min de, dema ku mirov bixwaze sedeman nas bike dê li hemȗ aliyên tabloyê binêre, wê çaxê ew ê baş bibîne ku ne tenê sedemek, lê gelek sedemên vê tirsê hene.
Weke ku min li jor jî diyar kir, di dema desthilata Be’is de tirseke mezin li cem xelkê hebȗ ȗ ne hesan e ku ew tirs di demeke kurt de hilweşe; ȗ li şȗna wê bixwebawerî were çandin. Her wiha Rêveberiya Xweser a Demoqratîk jî ew derfeta mezin nedaye ku ew bawerî li cem welatî ȗ rojnamevanan ava bibe, ji ber ku ne veşartî ye bê çend binpêkirin der heqê rojnamevanan de hatine kirin, bêyî ku tu encam ji lêkolînan derkeve, eger lêkolîn hatibin kirin.
Di raporên salane yên rêxistin ȗ navendên belgekirina binpêkirinên der heqê rojnamevanan de, ev yek teqez dibe.
Sedema duyem jî ku ez dikarim bibêjim ew jî rê li ber welatiyan digire ku ji ragihandinê bitirsin ȗ nikaribin bi azadî nêrînên xwe derbibirin, nakokiyên siyasî ne. Ji ber ku gelek mijarên ku di ragihandinê de cih digirin girêdayî siyasetê ne, lewra ji tirsa ku li hêla aliyekî siyasî bêne rêzkirin xelk xwe ji ragihandinê dȗr dixin.
Tevî ku ev ne demeke dirêj e ku derfet ji bo karê ragihandinê hatiye vekirin, lê heft sal jî ne hindik in ku ez weke karmendekî di warê ragihandinê de êşa miletê xwe ȗ gazinên wî nas bikim ȗ weke min jî hemȗ ragihîner ȗ rojnamevan.
Li bajarê Qamişloyê weke mînak, tu di kîjan kuçeyê re derbas bibî tu yê herî kêm kesekî ku di warê ragihandinê de kar dike bibînî, lê tevî wilo jî ez di wê baweriyê de me ku me weke rojnamevan, ragihîner ȗ dezgehên ragihandinê heta nuha ew gavên wêrek ber bi miletê xwe ve neavêtine ȗ em bi erkê xwe ku em dengê miletê xwe ȗ nȗnerên gotina azad bin ranebȗne, ji xwe hinek hewildanên fedyok ne tê de.
Ji bo ku em karibin bi rastî nêzîkî civakê bin ȗ tirsa dilê wê bişikînin, pêwîst e berî her tiştî yê rojnamevan dema ku berê kamîreya xwe bide civakê, armanca wî ya sereke ew be ku ronîkirinekê biavêje ser êşa wê civakê ȗ dengê gelê xwe bigihîne aliyên peywendîdar; ne tenê ew karê xwe biqedîne da ku destvala li dezgeha xwe venegere.
Li kêleka vê gavê jî, ji desthelatê tê xwestin ku di nava yasa ȗ zagonên xwe de azadiya ragihandinê biparêze, da ku yê rojnamevan karibe nameya xwe bigihîne ȗ milet jî ji kamîreyê netirse.
Ev nivîs di rojnameya”Bûyerpress”, hejmara 70’yî de hatiye weşandin 2017.12.1