Bûyerpress
Anahîta Sîno
Wekî miletê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê dijî, ji me re xewn bû ku rojekê ji rojan li cihekî fermî bi zimanê xwe biaxifin.
Li kêleka wê yekê, gelek tişt hebûn digiha wê astê ku me ceger nedikir em xewna wan bibînin.
Lê ew tiştên ku ji me re meraq û xewn bûn, îro li ber çavên xwe, em dibînin.
Na, ne tenê wilê, lê belê gelek tişt hene asta xewnan jî derbas kirine; wekî: Zimanê Kurdî, Çanda Kurdî, Dibistanên Kurdî, Hêz, Asayîs û hwd…
Lê tevlî wilê jî, milet roj bi roj dixwaze derkeve derveyî welat, hêdî hêdî derdora me vala dibe û Kurdên me êdî li hemû cîhanê belav bûne..
Gelo sedem çi ne?
Bê guman tiştekî bê sedem tune ye. Her diyardeyek sedemên wê hene.
Îcar koçberiya bi vî rengê zêde, çima li Rojava berdewam e? ,
Yekemîn sedemên koçberiyê, pirsgirêkên partiyan, nakokiyên siyasî û mijûlbûna hin kesan bi berjewendiyên kesane ve ye…
Hetanî giha wê astê ku li ser mijarên çarenûsî jî, tu aliyek ji aliyê din naxwe û êdî evan sedeman hêla ku miletê me hizrên neteweyî ji bîr bike.
Hetanî ku li ser perçebûna me milet dûrî hev ket, şerê hev jî kir,û kurdewarî welatparêzî, bûn tiştê herî dawî ku pê mijûl dibin.
Vê yekê jî hişt ku kes, kesî qebûl neke û cî û war li xwe teng kirin.
Di encamê de, xelas û dermanê xwe di koçberiyê de dîtin û ew xewnên salan, durişmên bi deng, gotin û xebat…tev li ber ba çûn û winda bûn. Dîsa bûn xewn, lê vê carê li welatê xerîbiyê.
Duyemîn sedem Erka xweparastinê ye. Wekî kesayet ez vê gavê pir pîroz dibînim û ev nerîna min e . Lê wekî civak, bi vî rengî lê nanere û gelek kes li dij vê gavê sekinîn.
Hinek li sedema yekemîn vedigere; lihevnekirina siyasî û tirsa malbatan li ser zarokên xwe(malbatên ne girêdayî)û hin jî vedigere li şêwazê birina endaman. Dîsa, di encamê de milet xortên xwe derdixin derveyî Rojava.
Sêyemîn sedem ew e ku hin biryar têne sitandin bê ku milet jê re amede be; wekî guhertina rêbazê dibistanan her sê sal bi hev re (Ev bi xwe mijareke girîng e û em nikarin nuha li ser bisekinin) wekî mînak milet jê re ne hazir bû ji ber ku di nava milet de kar û xebat jê re nehat kirin.
Ev rastiyek e, divê ku mirov lê mikur bê. Ji ber vê jî encam di destpêkê de ters hat û gelek malbat di bin navê xwendinê de bar kirin û zarokên xwe birin bajarên din.
Çaremîn sedem, propogendaya ku ji koçberiyê re hat çêkirin û Ewropa li ber çavan kirin buhişt .
Ta digotin: Ev îmkanên ku çêbûne û deriyên ku hatin vekirin, sed salên din hew çêdibin.
Ragihandin bi her rengên xwe, hemû rewşenbîr û nivîskarên ku dikarin civakê hişyar bikin û êşa milet ber bi çav bikin û xwedî helwest bin, di ber de vê propogendayê de berpirsyar in.
Lê mixabin ev jî tune bû û rewşenbîrên me berî..
Ev nivîs di rojnameya”Bûyerpress”, hejmara 70’yî de hatiye weşandin 2017.12.1