Bûyerpress
SEYDAYÊ JANA MIN
(Diyarî rewanê Seydayê Mele Beşîr ê Tirbespiyê)
Erê seydayê jana min? te jî xatir ji me xwestin
Ev e sih sal e pêşeng î? te mal û can hemî bestin
Ji boyî Kurd û Kurdistan te pir ayet ji mer ristin
Seferber bûyî her çaxî? çima Kurd tev ne yekdest in
Te ala netew û olê? hejand bê tirs û rawestin
Evîndarê dirustî bûy? te dur siftin? çi helbest in!!
Gelek tehlî û şoravî di vê jînê de ho gestin
Dizanim bo tekoşînê bi baran nirx te paristin
Bizane peyrewên dilsoz li pey te b’vîn û helwest in
Çûna te zor e seydayê’m? ji lew em îro sermest in
Belê her zindî û saxî wê şûrê te neyê şkestin
Tu ma sembol ji Kurdan re? cihê te dil de raxistin..
Ciwan Dêrikê, di sala 1962’yê de li gundê Kasanê ku girêdayî Dêrika Hemko ye, ji dayîk bûye.
Xwendina xwe ya seretayî li gund û ya navîn li Dêrikê diqedîne.
Di sala 1981’ê de li bajarê Hesekê tevlî Peymangeha Mamostetiyê dibe û bawernameya xwe li wir werdigire.
EVÎN
Li ser kendalekî
Raserî derya te
Li pêl û bahozan
Dîdariyê dikim..
Sîpanê Xelatê? min gurxweş dike
Dilê min jî heye
Xwe bavêjim kûraya te..
Ne Siyamend im
Ne noqar im
Melevanekî ji rêzê me..
Ji nişka ve
Tsonamiya dilgirtina te
Li min dide
Şanikên hestê min ên razayî
Dike lehî
Min li ber xwe dibe
Dibe û dibe..
Ez jî pê re dikelim
û
Xewnên xwe distirînim…
Ciwanê Dêrikê bi qasî 28 salan li dibistanên deverê mamostetiyê dike. Bi destpêbûna Şoreşa Rojava re tevlî xebatên wêjeyî û zimanî dibe, ev jî dibe sedema wê yekê ku ji karê mamostetiyê bête avêtin.
Dilbija Awazên Çiya
Ji bo sitrana azadiyê tomar bike
Ji hêlîna xwe firî
Li serê çiya rêsî
Firişta welatê çiya…
Bi dengê xwe yê zîz
Çiya bi bejn kir
Bi kenê çavên xwe
Pesar bi gul kirin
Kete nav refê bazan
Û bû bazek perzêrîn
Ezmanê welatê min
Bost bi bost dipîva
Rewangehên azadiyê lê dikirin..
Di nav dilê çiya de
Bi teng û beng bû
Bi xweziyên pîroz hate avdan
Û mezin bû…
Navê pakrewanan lê bû
Bi dengê wan geş bibû Nejbîr
Jixwe bûye çand
Pakrewan neyên jibîrkirin..
Her şev.. xewna govenda çiya didît
Bi pey xewna xwe ket
Û bû dîlanvana çiya
Keçka xewnmezin…
Xem û hejarî bi awirên xwe guvaştin
Danîn ser perên xwe
Û firî?
Firî û berba kirin
Li teht û zinara dan
Axîn û keser.. bi hêlemeka çiya re berdan
Tûrê hêviyan hilgirt
Bi çar aliyan ve reşand…
Bi qijak û sîsalkan re şer kir
Bi dûpişk û weybaban re
Bi hirç û guran re
Meydanên dîlanê fireh dikirin
Bû palevana hêvîweş
Navê xwe kir stêr
Bi stêran re dikenî
Ristikên geşestêran diyarî jîna azad dikirin…
Ne westiha?
Ciwan bû?
Dilgerm bû?
Şagirta rêberan bû?
Sozdaya rojê bû
Keça rojê..
Li kû ba bihar diçand
Nedixwest ji biharan derkeve
Lewra Sibata reş û tarî
Di bihara temenê xwe de
Bi xwîna xwe kire bihar
Zozan û baniyên Xerzanê
Xemilandin bi nêrgiz û şilêran
Bi gulberfînan…
Kî dikare şîna bilindbûna hêviyên te bigire
Nejbîra bedew?
Çi hest dikarin bi rondikan
Xemgîniya xwe nîşan bikin
Ey stêra karwanan!!
Kela dilê min têrê nake
Te pênase bikim
Bahoza hestan li min dide
Lê nikarim li ser te bêjim..
Pênûsa min? li ber deryê navê te şermokî radiweste
Lal dibe…
Ma hin hene karibin firiştan birewş bikin!!
Tenê Xuda mezibûna we dizane rêwîno
Tenê xweza evîn û dildariya we
Dinase
Tenê berf axîna bêrîkirina solên we dikişîne
Erêêê? ew sirûşt tenê bi şahî û xemên we agehdar e
Keça çiya…
Awazên te?
Sitran û dîlanên te
Dimînin sirûdê mendalan
Di xaka xemlandî bi wêneyê pakrewanan de…
Oxir be dengxweşa min
Stêra ezmanê welatê min
Her êvar.. ez ê çavê xwe
Bi çirîsên te bikenînim
Û xewnên te ramûsim û vebêjim.
Di zaroktiyê de, bavê Ciwan bi awayekî berdewam helbestên Cizîrê dixwendin, ji vê yekê heyvanê zimanheziyê di giyan û mejiyê Ciwan de dimeye.
ŞOREŞA HEMDEM
Kî dizane ev evîna min ji kîj kanyê dize
Rêçejîna min dirêj e zor û sar e? hem giz e
Min mirovatî xwedî kir ev Kevana Zêr e mak
Cûdî nasnama min e? hêj Nûh hevalê Hirmiz e
Sûr û ew bircên belek? ev berxwedana dûvdirêj
Hûrî? Mîtan û Med im dengê çiya me ez ji mêj
Merd û nander û dilêr? serdarê Kurdistan e hêj
Çendî Ehrîman hebin rayê mi kûr e narize
Şoreşa min şax veda dengê siwaran rimrim e
Ser hila Kurd? raperî? wî koletî lêda rim e
Şan û nasname Gerîlla got; ji bo we hatime
YPS zû pêxe volkan kar çi nirx û pakiz e
Erê Xanî! Hew dinale Mem di zindana di kûr
Lo Cizîrî! Xweş bihûn ristan bi wî cergê kizûr
Va giyanê Mehyedîn? Bêrî? diterqîne xemûr
Îro paytexta Botan şêr û egîdên nû dize
Nevyên Osman û Selîm! Hûn hew dikarin me bixwin
Nan û mûçê çetetî pê vedreşin û dikuxwin
Şêr û çalak û nebez bend in li her alîw rex in
Em ji tirkîtî rihan? Kurdîtî şîrîn û miz e
Xweserî navê min e? mafê min e? rengê min e
Rê nedim çavsor û hov? doza min e? dengê min e
Sibe sed wek Erdogan wê çok de ber lingê min e
Felsefa jîn ser kete? wê bqeşte nankor û diz e
Berxwedan û berxwedan? şoreş tirêna rêketî
Bend û çember hilweşîn? Kurd bû çiraya vêketî
Bû nimûna serketî? dîrok de mor e lêketî
Şahî ye? dîlan û cejn e? bablekan û hûriz e
Ciwan Dêrikê 6 berhevokên wî yên helbestan hene, tenê berhevoka bi navê “Xwedawendên Bedeweiyê” çap bûye. Aniha Ciwanê Dêrikê, mamosteyê Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava ye.
ŞOREŞA ROJAVA
Şoreşa rojava pêket şoreşa dij tengijî
Wek kuleh ser me de hatin dilreşî tev gurijî
Dane ber xwe nav dîrok kirne enfal xakî Kurd
Dewleta islama sexte da li vir al rahejî
Dane Harbagosan hestî rê kirin dirh û stirî
Da tirêna me lewaz be neghe qûnaxa xwe jî
Lê nezanîn rustemên Kurd sing vegirtîne li ber
Şîrmijên bîrdoza Apo ji evînê bûn tijî
Nameya azadiyê tîrêj belave çarmedor
Guh bidêrin ev ne xewn e xweserî hat û pijî
YPG dîwarê pola bobelatan pûç dike
Rivda pêxwas û çetan? rihgaz hemî ber terpijî
Aştiya rastî didêre? wer ji bo şer ser piya
Rim li rimya agirî da? xweş siwar e nahejî
Îro axa Hûr Mîtan zîl dide jîn û hebûn
Lew bi xwîna pakrewanan qad seranser bişkujî
Wê Cinêv qet nebe Lozan Kurd bi hêz û rêberin
Bêhn û çêja serfirazî pêl dide hest û mejî
Bal bidin rengê civakê dê û zaro? pîr û kal
Ken ji her lêvê difûre niştimanek girnijî
Felsefa bavê mirovan bûye rêjîna demê
Deshilat rê kirye winda felsefa wî gendijî
Xweş li Rojava kevala hevjiyanê xemilî
Heyv û xaç? tawis digel hev zêw e her kes pê dijî
Bila paytextan bipîvin aşbetal û sekretêr
Ev gelê çalak û zindî wek tenûrê germijî
Wê bipêje nanê jaran nirx û rûmet dane pêş
Koçber û aware nabe wê bi vîna xwe bijî
Qederê vajî dikin sed tif li dîroka derew
Ku hebin? kî himber e pakî me nine jmêrkujî
Şêr-şepalên ypg bend û enî parastine
Tev kurên jar û belengazan e şoreş pê vejî
Sing kirin mertal li hember tang û topên Daişê
Da çira azadiyê geş be? neyar pê bit rijî
Gundî û kedkar û rêncber ajovanên dil bi soz
Saziyan ava dikin? rêve dibin av û bejî
Her bijî rêbaza jînê hemî pêkhate di nav
Xweserî modêla hemdem rêça pak û paqijî
SALA 2017an
Bi xêr bî salê
De bajo
Te gelek êş û azar li pey xwe hiştin
Te gelek serketin û deskeftî jî hiştin
Çemên rondika te derbas kirin
Bi hezaran konên sersaxiyê
Bêndera xeman.. ji bayê dêranê re ma..
De bajo salê?
Çember û zinarên guvaştinê rizî bûn?
Derûna hejayî û çavtirsandî.. xweş dibe
Li dûûûr dinêre…
De were salê
Tirsa ji jiyanê şewitî
Postê şivantî û qerwaşiyê pijilî û nema tê wergirtin
Çav dikenin
Dil dikenin
Mejî dikenin…
Şahiya li pey şînê ye
Taca li serê dayîkan diçirise
Vînê diweşîne
Rewan gur dike ji paşerojê re
Karwan î tajo…
Erê salê?
Siwar siwar in
Ne westan? ne rawestan
Barê hêviyan.. qûnax qûnax datînin
Mûm û feneran jî pê re pêtêxin…
De bajo salê
”sa direyê û karwan diborê”
Li direh û stiriyan nesekine
Rûreş û bedkar çavtirsandî bûne
Beko? Beko
Keysebaz û xêrnexwaz
Xwe tavêjin nava dîlanê
Dest? ling? serî û milan bigermî dihejînin
Li serê civatê rûdinin û pesnê mêraniya xwe jî didin
Ne ev tinê
Rê nadin pale û kedkaran jî…
Erê salê
Tu têyî
Baweriya me xurt e
Parêzvanên rastiyê? wê te jî bavêjin rûpelên dîrokê
Lê bi xemlek nû?
Bi navek nû?
Bi rêbaz û pîvanin nû…
De were salê
Çav li te ne
Li benda zan û berê te ne
Li benda mizgîniyên çar demsalên te ne
De were salê
Evînmezinê
Dîrokvejînê
De were
Were.
PAKREWAN
Kulek di dilê min de hebû ew kul te sax kir
Hiş û mejiyê min pê vebûn gava te dax kir
Hêrs û germiya te melhema derd û birîn bû
Xwîna te bû ava jîn gelê Kurd pê heşîn bû
Her gava te avêtî heşîn bû pey hezar gul
Her dilop ji xwîna te rija sax kir hezar kul
Pesnê te nika bidim bi kaxez û bi xama
Tenê dikarim bêjim: xwezî ez wek te bama
Ev helbest di rojnameya”Bûyerpress”, hejmara 70’yî de hatine weşandin 2017.12.1