Bûyerpress
Nuhman Osman
Dîmenekî normal e, li her taxekê ji yên welatê me, li serê her kuçe û zaboqekê tu yê çend xortên me, rûniştî bibînî.
Îcar heger hin keçên me yên “bêşens” wê gavê di ber wan re biborin, bê guman dê ew keç gelek gotinan ji wan bibhîzin; mîna: “rihê minê”, “wey ez li ser te bigerim”, “ax, xwezî bavê te bibe apê min”û hwd…
An jî li nava dar û aviyan, tu yê çend gênc û ciwanên me bibînî ku qewsik di dest wan de ye, û Xwedê ji dêya wê çûkê an jî kevokê sitandiye eger bikeve ber nîşana wan.
Ez ê bi kurtebirî mînakan bidim û gelekî dirêj nekim. Her li welatê me, her yek ji me gemar û qirêja xwe dûr ji malê diavêje, da ku pêşber û dorhêla mala me nelewite, ji ber ku li gorî dîtina me ya teng, tenê mala me welatê me ye; lê quncikên ku em ji xwe re dikin sergo, ew ne welatê me ye!…
Heman kesê ku ev kêferat li welatê xwe dikir, dema koçberî welatekî Ewropayî bû, bi dest xwe re hat guhertin; lê ne guhertineke ji dil, belê, guhertineke xapînok…ji tirsa ku wî ji welatê xwe dernekin, êdî ew jî wekî wan tevdigere.
Li bîra me tevan e dema ku di şeva sersalê de hejmarek ji kesên biyanî der heqê keçên Elmanî de bêexlaqî û destdirêjî kirin, di wê hingê de xortên ewan zaboq û kolanên welat, daketin cade û kolanên Elmanyayê û gurzên gulan didan keçên Elman, da ku şaristanî û qenciya xwe diyar bikin.
Di hin wêneyên ku li pelên facebookê tên belavkirin de, em dibînin ku ew xortên dar û aviyan, wêneya xwe li gel teyrik û ajalan kişdandiye; lê nêzîkbûna wan ji teyrikan re ne wekî nêzîkatiyên li welat in, wan teyrikan nakujin!
Heman xort, çawa ku li çavên xwe miqate ne, wilê li paqijiya kolan û zaboqên Ewropayê miqate ne.
Pirsa herî mezin ew e…
Gelo ji ber çi di welatê xwe de em li başî, qencî û paqijiyê bi xwedî dernakevin, lê li welatên biyaniyan ku tu caran nabin welatên me, em dibin wekî Pêxemberan?
Bi nerîna min, bersiva vê pirsê gelekî fireh û dilsoj e.Lê ji beriya her tiştî divê ku ez çend xalan rêz bikim:
1-Behweriya me bi kesayeta me pir lawaz e û em her timî welat û miletê Rojavayê Cîhanê wekî mînaka her tiştên baş dibînin…Lê em ji bîr dikin ku welatê me(Mezopotamya), landika jiyan û şaristaniyê ye.
2-Hezkirina me ji welêt re tenê bi ziman e. Yan jî, em xwe nabînin xwediyên vê xakê û vî asîmanî; sedema vê yekê jî ew e, ku desthilatdaran têgeha welat wekî navekî bêwate hişt û tenê warê me bûbû qada sitem û diziyê…
Di vê babetê de, gelo me ji xwe pirsiye ka em kî ne?
Û ka rola me di jiyanê de çi ye?
Heger em li erdnîgariya welatê xwe binihêrin, em ê bibînin ku bihtirî wê çiyayên bejinbilind in…hebûna van çiyayan, ne ji valahîkê hatiye..
Xwedê Te’ala di Qur’ana Pîroz de, di Sûreta Israa de pesnê Kurdan dide gava ku dibêje…”قوم أولي بأس شديد”..
Anku pir bihêz in û ev hêz û paya wan ji hêz û bilindiya çiyayan hatiye..ji ber vê yekê gerek em lêkolînên nû û xurt çêkin, da ku em dîroka xwe ya windayî ji bin kavilên zordarî û sitemkariyê derxînin.
Jixwe diyar e ka çi qas rola xwendin û perwerdeyê di avakirina insanan de heye, da ku êdî ew insan bi kesayet û bilindiya welatê xwe bawer bin.
Ji lew re, çareserî ji dibistanan dest pê dibe, da ku nifşên nû li ser hezkirina welat bi xwedî bibin û bizanin ka çi qas Kurd kevnar û xwedî dîrokeke dagirtî ye.
Divê neyê jibîrkirin ku ji hemî saziyan tê xwestin ku têkevin di xizmeta milet û welatê xwe de û ji hemî rengên sitem û desthilatê dûr bin, da ku di mejiyê me de heyvanekî sade ji işqa welat bimeye.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 69′an de hatiye weşandin 15.11.2017