Bûyerpress
Alan Pîrê
Ew Kurdistana ku ji çar parçeyên belawela pêk tê û di nava penc û lepên çar gurên har û hov de ye, her Kurdistan e.
Hemî têgehên wekî: berxwedan, azadî, serxwebûn, şoreş, raperîna leşkerî, nûjenkirina civaka kurdî, damezirandin û ragihandina Kurdistaneke yekparçe, yekal, yekserok, yekziman; û ew xêr û bêra pirr a wî welatî ji niştecihên wî welatî re be, ez ê mebêjim ku: Xewn bûn, na, tu caran nabe, ku ew nav li doza gelekî bê kirin, û bibêjin: Xewn e û xewn bû .
Ev awayê Kurdistanê, neçû serî. Û sedemên binpêkirina welat û neteweyên derdora Kurdistanê li Kurdan, ev serê wilqende salan e, ne ji îro ve ne, sedem ne dîrokane ne, û lêkolînên dûr û dirêj jê re divên, heta ku êdî baş bêne zelalkirin.
Kurdistan bi xwe heye, lê çilo û çawa ?
Em ê ji Kurdên Başûrê Kurdistana mezin dest pê bikin.
Kurdên Başûr, ne mêvan in, û li ser xaka bav û kalên xwe ne. Herêma wan jî ev serê sih-çil salî ye, ku bi vî navî ji dijminan re berî hevalan tê naskirin (Jixwe wekî Herêma Kurdistana Fedral a Iraqê ).
Û pere, pereyên wan in, ji bêrîkên wan re ne. Bajarên wan ava ne. Artêşeke wan heye, li ber xwe didin, û her û her berê wan li pêş e (Referanduma ji bo serxwebûnê, wekî mînak (.
Em berê xwe bidin Rojavayê Kurdistana mezin.
Kurdistana vê herêmê, Kurdistan e, bi awayekî din û li jêr navekî din e, lê Kurdistan e.
Çilo ?
Berî her tiştî, bihêlin em behsa Kurdan lê bikin û bê çawa di hundir pênc-şeş salan de, herêm bi tevahî xist bin destên xwe, û bi awayekî rewa dest danîn ser jiyan, siyaset, çûnûhatin û her wiha pereyan jî ( Berhemên petrol, genim, pembo, ceh û hwd…).
Anko pereyên wan êdî ji wan re ne, nema diçin ji wan dizên ku li Şamê rûdinên re, çawa ku ev bêhtirî bîst salan e, yên Başûrîyan jî nema diçin ji dizên Bexdê re.
Em li rojavayê vî welatê mezin û payebilind vegerin.
Kurdistana ku li Rojava tê damezirandin, ne li gor daxwaz û xewnan tê damezirandin, lê belê li gor xwe, çawa jîwerîya wê lê ferz dike, tê damezirandin.
Dûvre Kurdistan welatekî kevnare ye, têra xwe kevin e. Û ne tenê Kurd lê dijîn, Kurd lê xwedî ne, lê gelek pêkhateyên din jî lê hene; wekî: Ereb, Suryan, Aşûr, Turkmen, û hin pêkhateyên ayînî û olî yên din jî.
Ew jî Kurdistanî ne, lê ne Kurd in, Kurdên her çar parçeyan ev yek baş fêm kirine, û me nedîtiye û ne jî bihîstiye, ku Kurdan zerer li van xelkan kiriye…û em ê nebînin û nebihîzin jî. Ji ber ku ew jî li gel Kurdan di yek xakê de hemwelat in, Kurd mafên mirovan, û mafên giştî binpê nakin.
Welatekî ne yekreng e, ne yekol e, çawa ku Faris, Ereb û Turkan her dem dixwest ku welatên wan yekreng, yeknetewe, yekziman bin, ku vê yekê jî bi miletên herêmê bi hêza çekan, û li bin gefxwarin, tirsandin û lêdanê bidin fêmkirin.
Em xwe bikin wek wan, em ê jî têk herin, û em ê tu welatên baş û bê pirsgirêk nikaribin ava bikin.
Li Rojava, Kurdistan e, artêş artêşeke Kurdî ye( Bi navê xwe, bi serleşkerên xwe).
Herêm herêmeke Kurdî ye ( Bi xelkên xwe, bi dîroka xwe).
Xwendin bi zimanê Kurdî ye. Partiyên siyasî yên herî xurt, Kurdî ne.
Û em ji bîr nekin, pere jî diçin bêrîkên Kurdî ( Ev Kurdistan e, ma Kurdistan çi ye).
Lê belê hingî ji me re xewn bû, em nema bawer dikin, anku em naxwazin êdî bawer bikin, û ev xewna tembel û bêkêr bi me xweş hatiye.
Li Bakur û Rojhilatê vî welatê payebilind û delal jî, hîn heya niha pêjna tu Kurdistanan nehatiye. Di ser ku ev serê çend salan e, amadekarî jê re tên kirin, û hin tiştên bi awayê xwe yên Kurdî-Kurdistanî çûne serî, û Bakurî di wan de baş bi ser ketine.
Hema bi kêmanî şaredariyên Kurdan di dest Kurdan de ne, û hejmareke pir baş ji pirtûkên Kurdî li wir tên çapkirin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 69′an de hatiye weşandin 15.11.2017