Bûyerpress
Dilovan Çeto
Civaka Kurdan û bi taybetî kesên ku li gund û zozanan dijîn, bi hin dab û nerîtan zengîn in; çi ji aliyê bihurandina şevbuhêrkan ve be, û çi ji aliyê leystok û hin tiştên din ên mîna metelok, mamik û zûgotinên ku şevên zivistanê yên dirêj bi wan derbas dikirin ve be.
Ji aliyekî din ve, mitbexa Kurdî jî ji aliyê çêkirina xwarinên cûr bi cûr û xweş ve navdar e. Û jina Kurd bi çêkirina xwarinên xweş û cuda, hatiye naskirin.
Her wiha sifreya malbatê û bi taybetî di demsala buharê de, bi çêkirina xwarinên ku ji hin cûreyên geyakên li çol û beyaran şîn tên, tê xemilandin.
Bi dehan cûreyên geyakên ku bi xavîtî yan jî kelandî têne xwarin; li zozan, zevî û daristanên Kurdan hene.
Demsala buharê wekî Bûka Salê tê naskirin, her wiha ji piraniya malbatan re (Nemaze yên feqîr û xizan) demsaleke taybet e, çimkî xwarinên ku ji geyakên çolê têne çêkirin, sifreyên piraniya malbatan dixemilînin.
Ji aliyekî din ve û wekî em dizanin, nêzî 80-90 % ji dermanên nexweşiyan, ji geyakên çolan têne amadekirin…ev yek sedemeke sereke ye ku dihêle kesên li gundan dijîn, tendirustiya wan ji ya kesên ku li bajaran dijîn, baştir be.
Geyakên herî navdar li cem Kurdan ku di buharê de şîn tên û herhata xelkê li ser wan heye, çend cûreyên xuyayî û naskirî ne; wekî: tolik, sitrîzerk, ginêber (qinêber), kereng, kelbeş, xerdel, sûrim, kumik, gwîriz û hwd…
Ji aliyê tendirustî ve, gelo mirov çi sûdeyan ji geyakên çolan werdigire?
Em ê li ser du cûreyên geyakan bisekinin; ew jî Tolik û Geyakê Kelbeşê ne.
Li gorî zanyariyên pizîşkî, ji bilî sûdeya xwarina Tolikê, der barê tendirustiyê de jî mirov dikare gelek sûdeyan ji pelê Tolikê wergire, wekî:
1-Rawestandina êşa gewd û bi taybetî di dermankirina birînên çerm de, çimkî pelê Tolikê bi hin vîtamînên ku dikarin êşê rawestînin, zengîn e.
2-Bihêzkirina endamên parastinê di gewdê mirovan de.
3-Pelên Tolikê ji bo devlêkirina kêzikan, şewata tava rojê û birînên çerm jî, tê bikaranîn.
4-Geyakê Tolikê rehên pişik û bêvilê ji gemarê paqij dike û iltîhaba qirik û zengelorê, kêm dike.
5-Pelên Tolikê bandoreke baş li qermîçonkên rû dike.
6-Dema ku pirsgirêkên hêrandina xwarinê di mîdeya mirovan de çêdibin, geyakê Tolikê alîkariya gewd dike û xwarina di mîdê û roviyan de, ruhin dike.
7-Mirovên ku xem û derdan dikşînin û bêxewî li cem wan heye, ava kelandî ya Tolikê alîkariya wan dike û dihêle ku bi hêsanî razin.
Her wiha geyakê Toilkê nexweşiyên dev, diran û rebû jî derman dike.
Geyakê diwemîn ku di civaka Kurdî de navdar e, geyakê Kelbeşê ye.
Geyakê Kelbeşê di destpêka şînbûnê de, di nava hin geyakên din yên wekî: tolik, sitrîzerk û xerdelê de, tê kelandin. Paşê di nava zeytê yan jî rûnî de tê qelandin û li ser sifreya malbatê xwarineke xweş e.
Lê xwarina herî xweş û bi nav û deng, dema geyakê Kelbeşê şîn tê û mezin dibe, wê çaxê qorata wê ku bi navê qîfaran tê naskirin, cihekî taybet li cem xelkên Rojavayê Kurdistanê digire.
Ji aliyê tendirustiyê ve, pisporên pizîşkî diyar dikin ku Kelbeş dermanê ceger e.
Çimkî xwarina Kelbeşê û bi taybetî dema ku mezin dibe û seriyê wê sitrî digire, ceger paqij dike…her wiha nexweşên penceşêrê yên ku dermanên etonomî (kîmawî) bi kar tînin, xwarina kelbeşê alîkariya wan dike û bandora wî dermanê etonomî, li ser wan sivik dike.
Ji aliyekî din ve, geyakê Kelbeşê şîrê dayîkan zêde dike û nexweşiya ba (romatîzmê) derman dike.
Ji bilî her du cûreyên geyakên navbûrî ku sifreya Kurdan di demsala buharê de dixemilînin; bi dehan geya, gul û kulîlkên rengereng û bisûde di kultûra Kurdan de peyda dibin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 69′an de hatiye weşandin 15.11.2017