Cîhan Hesen
Li vir her tişt kêm bû, lê çêjek ji bajêr difûriya, xwe li porê welêt dida û bi xwe re her tişt bi wate dikir…bi xwe re jiyanek diwelidand.
Ew jiyan, hêviya jiyaneke hîna xweştir bû, raza rojên nixumandî bû, bêdengiya qîrîniya azadiyê bû, ji bo wê çavên me her hişyar bûn û li benda wê rojê bûn; lê dîsa ew bayê qebe ku li me û bajêr dida, xeyalên nûavabûyî, nîvmayî dihişt.
Ez jî di hembêza vî bajarî de bi şev zû radiketim. Min nedixwest ku bi şevê re rûnim û hêviyên xwe li pişta sitêrkan bar bikim; ji ber ku min tu hêvî nehişt ku li pişta vî bajarî bar nekir û hemî xewn û xeyal di paşûla bajêr de jiyan.
Min nedixwest gazincên xwe bi şevê bikim, ji ber ku ji bilî kuştina bêdengiya azadiyê, tu gazincên min tune bûn.
Min nedixwest xewnan bibînim, ji ber ku min xwe ji xwenan vala kiribû. Min nedixwest di sibe de biramim ji ber ew roj (îro) pir xweş derbas dibû.
Min dixwest hemî wextên min sibeh bin, da ku bi dengê şabûnkên anê(Dayê), bihna nanê kuncî û xwendina awazên çîvçîvokan ji xewê rabim.
Wisa bû, her ew deng, ew bihn, dengên zarokên bajêr, dengê etarên nanê hişk û keskahiyê, awazên çivîkan, hejîna bejna darên Sewilî û nimnima axavtinên jinên cîranan em ji xewê radikirin. Tu şênî li bajêr nedima, bi çavekî tijî hezkirin û bi bendewariyeke bedewtir ji xew radibûn, piraniya jinan xwe li firna Evdikê digirt, hinekî bi fedîbûn û hinekî bi ken, sibehan nanê kuncî dikirî û kalemêran jî li firoşgeha Hemedê Mêst digirt û ji zarokên xwe re dikirî.
Anê yek ji wan jinan bû ku hem nanê kuncî dikirî, hem jî bacanên reş û îsot dibirin û di firnê de dibiraştin.
Bavo yek ji wan kalemêran bû, min sebir nedikir ku bihataya mal û mast bianiya, da ku me bi kenekî nû taştêya Kobankî bi malbatî bi hev re bixwara.
Erê! Her sibeh vî bajarî bi ken û bi soza pêkanîna hêviyan, bi rojeke nû pêşwazî li şêniyan dikir, zarokên xwe li bervaneka xwe girêdida û li ber deriyê dibistanê datanî, paşerojeke bieşq ji wan dixwest.
Ev bajar hêjayî candayînê bû.
Sibehek hat anê nanê kuncî, bacan û îsotên biraştî anîn; lê ne bavo hat, ne jî mast anî? Wê sibehê, me bê bavo û bêmast taştêya xwe nîvço û bi zorê xwar.
Demek çû û sibeheke din jî hat, em li benda anê man ku nan, bacan û îsotan ji me re bîne; vê carê ne anê hat, ne jî nan û bacan anîn.
Bû sibeha sisiyan, dengê anê û bavo ji bajêr hate birîn!Nema deng li me kirin, nema em bi şabûnkî û bi delalî ji xew rabûn, bi wan re jî awazên çivîkan ji tirsa dengê mermiyan(avêştok) wenda bûn û dengê zarokan jî bi xwe re birin..wî bayê kurr xwe li rûyê her malekê dida û bi xwe re diterikand.
Ji nişkan ve dengek bi hemî kolanên bajêr ket, digot: Şêniyên bajarê hêvîker! Îro şehîdên me hene. Ji wan şehîdan, navên anê, bavo û hin zarokên bajêr jî dihatin gotin .
Êdî, hêdî hêdî ji bervaneka bajêr zarok kêm bûn.
Ji wê sibehê heta niha dengê anê, kenê lîstoka zarokan, qîrînên etaran, muzîka hejîna daran, hetanî bi stranên çivîkan ku av li dengê wan zelal bû, nema deng ji wan hat; ji wê sibehê heta niha, li ser hevoka “Îro şehîdên me hene”em ji xew radibin.
Hew, êdî jiyan sekinî! Naxwazim sibeh were û hişiyar bibim, naxwazim hîn biêşim.
Ew sibeh bû sibeha şehîdan û ev bajar bû bajarê şehîdan.
Dixwazim tiştekî nebihîzim, tenê xwezî dikim ku ez kerr bûma, êdî min ev deng nebihîsta û êdî min ev êş danequrtanda hinavên xwe.
Tenê vê xwezî dikim.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 68′an de hatiye weşandin 1.11.2017