Nêçîrvan Rojava
Her ku dem dibuhire, roj bi roj an demjimêr bi demjimêr, cîhan vediguhere û gelên cîhanê tev bi pêş ve diçin û tu caran tiştek weke xwe namîne; lê belê diyar e ku ev diyarde li nik gelê Rojhilata Navîn bi giştî û li gel Kurdan bi taybet (dibe û xwezî ez şaş bim) nîne, ji ber ku Kurd roj bi roj tekez dikin ku hîn ew Kurdên berê ne û tu sûd ne ji dîrokê û ne jî ji tecrubeyên xwe wernegirtine û wernagirin jî.
Di bûyerên peyhatî yên ku bi lez li Başûrê Kurdistanê çêbûn de, ji radestkirina Dilê Kurdistanê “Kerkûk” û çend bajarên din ên ku li gor destûra Iraqê ji herêmên nakokdar in, ta bi êrîşa Heşda Şabî li ser deverên kurdî bixwe jî, ew jî bi armanca dagirkirina dergehên sînorî piştî ku giştpirsiya Kurdistanê kirine sedem; qelsî û parçebûna rêveberiya polîtîkî li Başûrê Kurdistanê eşkere dike.
Piştî çûna rêjîma Sedam Husên û qezenckirina fedralîzmê ku ji 2005’an ve li Iraqê cî bi cî bûye û ta roja me ya îro, serdariyeke yekgirtî ji hêzên leşkerî re saz nebûye. Pêşmerge du beş in û her yek ji wan beşan girêdayî partî yan jî êlekê ye. Ev jî bû yek ji sedemên bobelata ku li Kerkûkê rû da û dilê gelê Kurd li her çar parçeyan bi azar kir.
Belavbûna kurdan li seranserî Kurdistanê û levnekirina li ser yek bînahiyê der barê doza Kurdî de, yek ji sedemên yekser in ku Hêzên Navdewletî têkilî û rêkeftinên domdar û stratecîk bi Kurdan re girê nadin, lê belê ew peywendî demkî ne. Lewre em dibînin ku her gav hevbendên Kurdan xwe ji pişta wan didin alî û wan li pêşberî çarenûsa wan bi tenê dihêlin.
Hişmendiya rêberiyê li Başûr jî ta astekê negihaştiye radeya rêberiya dewletan, ji vê yekê em dibînin ku êlek bi tenê hemû saziyên hestiyar di herêmê de radestî xwe dike û rê nade tu aliyekî din ku pêş bikeve û tiştekî nû ku ji bo Kurdistanê guncaw be, pêşkêş bike.
Li aliyekî din rizgarkirina Peytexta DAIŞê “Reqa” ji hêla Hêzên HSDê ve geşbîniyek li cem gelê Kurd peyda kir.
Reqaya navenda operasyonên DAIŞ’ê ku lê gelek dîmenên şewat û serjêkirina kesên dijî wan dikişandin, îro aleya YPGê li asoyên wê radipelike.
Li gor ku Serokê Emerîkayê got “Rizgarkirina Reqayê destpêka pêvajoyeke nû li herêmê ye”. Rûsya jî doza pergala fedralîzmê li Sûryaya nû dike. Bi vê em dibînin ku çareseriya doza kurdî li Rojavayê Kurdistanê nêz dibe.
Her wiha kontrolkirina mezintirîn zeviyê petrolê li Sûryayê, destkefteke pir mezin e û eger danûstandin li ser paşeroja Sûryayê di demên bê de, çêbûn, tekez dê ji helwesta Kurdî re bibe alîkar.
Lê belê divê neyê jibîrkirin ku çarenûsa Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê yek e, her wiha bê erêkirin û palpiştiya her sê beşên din, tu parçe nikare maf û serxwebûna xwe bistîne.
Lidarxistina Kongreyê Neteweyî yê Kurdistanî, bersiva herî destdayî ji hemî pirsgirêkan re ye ku tê de Kurd bigihîjin rêkeftinekê; pê hêza leşkerî û polîtîkî bikin yek, yek dozê bidin ber çavên xwe û ji dêlva gengeşekirina mijara “Kî xayin bû ?” yan jî gotina “Ji bilî çiyayan tu hevalên Kurdan tune ne”, bila bi yek nûnerî dakevin qadên cîhanî û guftûgoyan bikin…
Diyar e ku Kurd di rewşeke pir hestyar de ne, gelek destkeftiyên wan jî di bin metirsiya jidestçûnê de ne, lewre wendakirina van derfet û pêşketinan dibe xaleke reş di dîroka kesê berpirsyar de û weke tê zanîn “Dîrok ji bîr nake”.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 68′an de hatiye weşandin 1.11.2017