Orhan Kemal
Ji hezarên salan ve ye ku hunera şanoyê di rewşeke awarte de ji dayîk bûye.
Ev huner (Şano) ji malzaroka olên asîmanî, bawerî û şaristaniyên kevnar pijiqiye. Evê hunerê dikarîbû hebûna xwe biparêze, her wiha ji nav hunerên beriya xwe û yên li pey xwe, wekî hunera herî bibandor xwe bide pêş… Ji aliyekî din ve, gelek şaristaniyên zemînê bi vê hunerê mijûl bûne û sûd jê girtine, Kurd jî ji mijûlbûna bi şanoyê ve bêpar nemaye, wan jî sûd jê girtiye, derfet ji dest xwe bernedaye û bi hevnêzîkatî şano bi kar aniye.
Lê pirsa ku di hişan de digere ew e, gelo Kurdan kengê şano nas kir?
Belê, rasteqîniya dîrokê tekez dike ku şano di serdema Fer’ûniyan de ji dayîk bûye, her kesê ku bi şopandina dîrokê ve mijûl dibe, digihêje wê yekê ku hevtêkiliyên xurt û asê di navbera Fer’ûnî û Mîtaniyan “Bavpîrên Kurdan” de hebûn, her wiha girêbestên bazirganiyê û têkiliyên hevbeş jî di nava wan de li dar bûn û bi buhrîna demê re her geş dibûn.
Bi van têkiliyên ku me gotin re, êdî pevgirêdanên şobendiyê(Zewac) jî li ser asta malbatên şahinşahan dihatin kirin, çawa ku kurê şahinşahê Fer’ûniyan di wê hingê de, keça şahinşahê mîtaniyan, a ku bi nasnavê Fer’ûniyan “Nevertîtî” hat nasîn, ji xwe re kir hevjîn…
Bi van pevgirêdanan, hunerên wekî xêzkirina li ser latan û rengandina caman ku Mîtanî bi wan navdar bûn, bo Fer’ûniyan hatin veguhastin, her wiha ji Fer’ûniyan jî hunera şanoyê hat girtin, ji lew re em dikarin bibêjin ku Kurdan ji wê hingê ve şano nas kir.
Hêjayî gotinê ye ku li gor baweriyên wê hingê, şano, wekî çavkaniya têkiliya canî di navbera mirov û Xwedanan de bû, her wiha şano hêmana coşkirina şervanan û xurtkirina moralên wan bû.
Pêşketina şanoyê di heyama dîrokê de, ne bi hêsanî bi rê ve çû, dêmek pêşketina berçav a şanoyê ji ba “Êvîlos” dest pê kir, lê belê li ba Kurdan nîr û derfetên zordar rê nedida ku ev huner di heyama dîrokê de, ta bi asta vexwestî pêş bikeve, zêdebarî ku di sala 1916’ê de, ji encama rêkeftina “Sykes–Picot” Kurdistan parçe bû, ji lew re dagîrkerên Kurdistanê hewl dan ku nasname û şaristaniya Kurdî di hemû waran de, ji nava wan huner û şano jî, winda bikin.
Eger em vegerin encamên vekolîn û binkolînên şûnwarî di neh hezar xalên şûnwarî li Kurdistanê, em ê bibînin ku gelek zanyariyên dîrokî ku tev jî hêjayî vedîtinê ne hêj binax in û nehatine vedîtin, da ku derkevin ronahiyê û dîrokê bi ravajtina Kurdan di Şaristaniya mirovahiyê de geş bikin.
Ji nava vekolînên ku vê yekê diçesipînin, vedîtina bajarê “Hemoker” ê ku ji aliyê şandeya Emerîkayê ve, di herêma Cizîrê de hat vedîtin û li gor dîrokê, niştecihên wî bajarî bi zimanê Hindo-ewropî “Yê bavpîrên Kurdan” diaxifîn û li herêmên bakurê Sûryayê û başûrê rojhilatê Tirkiyê belav dibûn.
Her wiha Dêl Diyorant di pirtûka xwe ya bi navnîşana “Çîroka Şaristaniyê” de tekez dike, ku yekemîn hejmar di dîroka mirovahiyê de, li Rojhilata dêrîn ango li Kurdistanê, berî şaristaniya Aşûriyan bi 3000 salan, hate vedîtin, û eger binkolînên arkolojîk bêyî sînor û qedexekirin dom bikirana, dê gelek şanogeh jî bihatana vedîtin, her wiha bi vegera li hevtêkiliyên di navbera Kurd û Fer’ûniyan de, xuya dibe ku şano ji bal bavpîrên Kurdan dest pê kir, û bo cîhanê hat veguhastin.
Di serdema nûjen de, gelê Kurd dikarîbû dîroka xwe ya şanoyê belge bike. Yekemîn şanogeriya Kurdî bi navnîşana “Ronahî û Zengê” di sala 1905’ê de bi romaneke Kurdî ya resen û ji aliyê tîmeke lîstikvanên Kurd ve li Hewlêrê hat şanîdan, her wiha di heyama Komara Kurdistanê de li Mihabadê jî, şanogeriyek bi navnîşana “Dayîka Xwegorîker” hat şanîdan, lê eger em li dastana “Mem û Zînê” ya helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî vegerin, em ê bigihêjin ku ew dastan ji beriya sedên salan ve, bi rêbazeke şanogerî hatiye ristin û hûnandin, her wiha di serdema nûjen de şanogeriya “Birîna Reş” a nivîskarê Kurd Mûse Enter jî li ber çavan e.
Di dûmahiyê de em tê digihêjin ku tevlî zordarî û sitemkariya li Kurdan hat kirin û tevlî bizavên herişandin û tunekirina dîrok, şaristanî û kevneşopiyên wî jî; gelê Kurd dikarîbû nasname û hebûna xwe biparêze û yek ji rêbazên xebat û berxwedêriyê jî Dika Şanoyê bû, ku ev huner hem amraza vegûhastina ezmûnan û doza mafên rewa bû, hem jî alava hevgihiştin û tevhevbûnê bi gel û çandên dîtir re bû.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 68′an de hatiye weşandin 1.11.2017