Ferîd Mîtan
Hîmdarê Zanînê li Indîwerê:
Ehmedê Şêx Salih hem bi olzaniya xwe, hem jî bi helbesta xwe, kariye nasnavê şêxîtiyê bi dest bixe, da ku bibe “Şêxê Helbestê”.
Di sala 1935’ê de li gundê Indîwerê yê li perava Ava Mezin(Diclê) ku girêdayî Dêrika Hemko ye, ji dêya xwe bûye.
Li dibistaneke bajarê Dêrikê xwendina xwe ya seretayî temam dike, lê tişta ku divê were bibîrxistin ew e ku Ehmedê Şêx Salih xwendina 5 salan tenê di 3 salan de qedand û ji hemî hevalên xwe bihurî, ev yek jî ji ber zîrbûn û zanebûna wî bûye.
Bi gotina wî, destpêkê li ber destên melayan fêrî xwendinê dibe û Qur’anê xitim dike, dema ku diçe dibistana Dêrikê da ku tevlî refa yekê bibe, rêvebirên dibistanê ji jîrbûna wî hay dibin û di cî de wî dibin refa 3’yê.
Ehmedê Şêx Salih bi qasî 3 salan dixwîne û bawernameya Sertafîkayê wer digire, di wê hingê de rêdaneke taybet ji bo wî tê dayîn da ku biçe Erebistana Si’ûdî xwendina xwe bidomîne; lê ji ber ku ew takekurê dê û bavê xwe bû, bavê wî nehêla ku biçe.
Ehmedê Şêx Salih, dibe yekemîn mamosteyê fermî di dibistana Indîwerê de û bi dehan ji nivîskar û rewşenbîran bi saya wî der diçin.
Qelemşorê Nivîsîna Resen:
Ehmedê Şêx Salih li nêva tevahiya nivîskarên Kurd tê naskirin ku bi awayekî bipergal û sipehî hestên xwe li rûyê pelê bi cih dike û bi zimanekî petî û resen, ristên xwe dihûne.
Dema ku li dibistanê di refa 4ê de dixwîne, li bûyînên Şoreşa Şêx Se’îd û Komara Mehabadê diponije û bi hêrseke Kurdewar, heyvanekî pak di giyanê wî de dimeye, da ku paşê hizir û ramanên xwe bi rêya pênivîsa xwe der bibire…geşta nivîskariya wî ji vir dest pê dike.
Lê xaleke nakok di biwara nivîskariya Ehmedê Şêx Salih de hebûye, ew jî ku tu caran helbest û nivîsên xwe komî ser hev û din nedikirin û piraniya wan winda dibûn…mixabiniya xwe bi wê yekê tînim ku bibêjim gelek helbestên wî hatine dizîn jî..
Ehmedê Şêx Salih, bi hostayî û li gorî bend û pîvanên rêzimanî hevokên xwe li pê hev rêz dikirin.
Ji hêla avakirin û sazkirina helbestê ve, M.Ehmed xudanê reng û şêwazekî taybet bû.Her çi qas bi awayekî kilasîk ristên xwe dihûna, lê wêne û tabloyên nûjen li helbesta xwe bar dikir û kirasekî sipehî li helbesta xwe ya bangwazî jî dikir.
Konê di Xewnê de…Mayînde Ma:
Dema ku Ehmedê Şêx Salih bi seredanekê diçe Bakurê Kurdistanê û di şevekê de çaxa ku li nêva nivînên xwe bi xew ve diçe, di xewna xwe de Konekî Reş ê vegirtî li pêşiya deriyê mala xwe dibîne.
Şêx Ehmed hîs dike ku tiştek bûye, lê ew tişt çi ye? Nizane!
Dema ku digihe gundê xwe (Indîwer) û çawa ji mala xwe nêzîk dibe, dibîne ku xewna konê reş bi cî bûye û konê kurê wî yê nixurî “Ebdulxefar” li pêşiya deriyê malê vegirtî ye.
Ebdulxefar di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Şêx Ehmed, di şontaziya kurê xwe de, tenê karîbû evê bûyîna trajedîk bi rêya helbestê vebêje, ji lew re di şîna kurê xwe de wiha dibêje:
Şiyar bûm konê reş xuya kir ey hawar
Herim qîr û girîn e
Paşê hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo ev helbesta wî bi awaz kir û bi xweşiya dengê xwe, ev helbesta ku bûyîna mirina kurê Ehmedê Şêx Salih vedihewîne, mayînde hêla.
Asoma Girtinhevê:
Asoma Girtinhevê di 2015’an de ji Weşanxaneya Temûzê ya li Şama Paytext derket.
Asoma Girtinhevê takeberhema Şêx Ehmedê Salih bû ku hatiye çapkirin, ne tenê wisa, lê gelek nivîskar dibêjin ku ev yekem berhem e ku bi vî awayî û bi vê naverokê li nêva Kurdan derdikeve.
Asoma Ehmedê Şêx Salih, bi rêya helbestê mebestê vedibêje û li jêra malikên ewan helbestan, nivîskarê gewre şîroveyeke bi rêk û pêk bi zimanê Erebî dayê.
Naveroka vê berhemê, şerê di navbera başî û nebaşiyê de ji destpêka gerdûnê ve digire xwe, hetanî ku bi Şoreşên Eylûl û Gulanê yên Başûrê Kurdistanê ve derdikeve.
Her wisa berhema wî wekî tûrikekî dagirtî belgeyên kêmpeyda ye, hemî bûyer û qewamên siyasî û dîrokî tevlî agahiyên xaknîkgarî û şîroveyên siyasî vedihewîne.
Di Asoma xwe de, Ehmedê Şêx Salih giranî daye zelalî û rastiyê û bi hemî şêwazan ji şek, guman û texmînan bi dûr ketiye.
Şêx Ehmed bi xwe gotiye ku wî ji paşxaneya serpêhatî û hêçana xwe ya dûr û dirêj bi derdorê re, ev berhem afirandiye.
Ji bilî ku ev berhem ji hêla naverokê ve pir dewlemend e, ya jê balkêştir ew e ku tenê yek gotina biyanî jî di malikên helbestan de nayên dîtin, helbestine xwerû Kurdî ne.
Di Asoma Girtinhevê de ferhengeke bêhempa peyda dibe, ji ber ku Ehmedê Şêx Salih bêjeyên Erebî di malikên xwe de bi cih nekirine, ji vê yekê li gorî pîvanên peyvsazî gelek têgeh û bêjeyên nû afirandine, piraniya wan bêjeyên afirandî girêdayî pesn û navên Yezdan in.
Siyaset û Civak:
Ehmedê Şêx Salih bi yek nivîsê hemî aliyên jiyana wî ruhnî nabin, ji ber di gelek şax û hêlan de xebat kiriye û di bîrdanka her kesekî Beravî de serpêhatiyeke xwe hêlaye.
Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê tevegra Siyasî dadimezre, Ehmedê Şêx Salih bi dest xwe re tevlî tevgerê dibe.
Di salên 60’an de li gel birek ji welatparêzên Kurd tê desteserkirin û ji bo Zindana Mezê tê veguhastin. Di Zindana Mezê de li gel Osman Sebrî û Nûredîn Zaza cezayê xwe dixwe.
Di ber doza gelê xwe de her dimîne xebatkar û welatparêz.
Tevlî rewşa aborî ya xerab, Ehmedê Şêx Salih tu caran li xwe der nedixist û xwe ji tu kesî re kêm nedikir.Demeke baş karê dirûnkariyê kir, paşê ji ber rewşa tenduristî rawestiya.
Di nêva civak û derdora xwe de, her û her mirovekî xêrxwaz, şîretkar û geşbîn bû, ji vê yekê temamî xelkên deverê li hember wî bi rêz bûn.
Ji Şarê…Vegeriya Şar:
Piştî xebateke dûr û dirêj û di 82saliya xwe de, Ehmedê Şêx Salih di 22’yê meha 10’ê de li sala 2017’ê, li Nexweşxaneya Şarê ya li Helwêra Paytext jiyana xwe ji dest da û paşê li goristana şarê xwe “Inîwer” hat veşartin.
Ehmedê Şêx Salih û Seydayê Cegerxwîn, di mirina xwe de ji aliyê meh û rojê ve, hemdîrok in.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 68′an de hatiye weşandin 1.11.2017