Shahînê Bekirê Soreklî
Zimanê kurdî yek ji kevnitirîn zimanên cîhanê ye. Ew beşekî ji çemelên zimanên îranî ye, wek farisî, û ev çemel beşekî ji dara zimanên îndo-ewropî ye.
Heke Kurdan dewlet hebûya, zimanê kurdî dê îroj zimanekî dewlementir bûya û dê bi vî zimanî hejmareke mezintir ji berhemên cudaşêwe hebûya. Li gel ku Kurdan dewlet nebûye û li gel ku stemkariyeke bêhempa li ser zimanê wan hebûye jî, zimanê kurdî ne tenê wek zimanekî zindî, lê her wiha wek zimanekî bi folklora devokî zor dewlemend maye. Li gel hemî kêmasiyên li holê jî, zimanê kurdî di warê berhemên nivîskî de jî, bi taybetî di nav 30-40 salên par de, gavên mezin avêtine.
Li gor pisporan, îroj di cîhana me de dora 6000 ziman hene. Ji wan dora 3000 di tehlûkeya mirinê de ne. Hinek ziman hene ku nuha tenê ji aliyê du-sê kesan ve dihên axaftin. Hemî zanyar û şareza di wê baweriyê de ne ku her ziman divêt ji mirinê were parastin. Hinek ziman ta wê radeyê ji tehlûkeya mirinê nêzik in ku dê bêyî shop wenda bibin, ger peyvên wan nehên nivîsanin û tomarkirin (tescîlkirin).
Wekî tê zanîn Kurdistan di nav 4 welatan de beş-beş bûye. Cîhê dax û mixabê ye ku karbidestên van welatan stemkariyeke mezin der barê zimanê kurdî de domandine. Wan ne tenê fêrkirina vî zimanî di xwendegehan de qedexe kirine, lê hinekan ji wan ev ziman wek zimanekî serbixwe nepejirandine, qerfên xwe pê kirine.
Zimanê milletekî di heman demê de zimanekî mirovahiyê ye. Heke Kurmanc li zimanê xwe xwedî dernekevin, fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe nebin, ev ziman îroj nebe, sibe; sibe nebe dusibe dê bimire. Dema Kurmancî bimire Kurd û Kurdistan jî wateya xwe wenda dikin, çimkî ne Kurd û ne jî gelên din ên li Rojhelatê Navîn êdî nijadên serbixwe ne.
Ew kesên gotina xwîna erebî, ya tirkî ya farisî, yan xwîna kurdî dikin hay ji rastiya zanyarî nînin. Erebên îroj nema yek nijad in, çimkî di nav wan de kesên çermreş, çermspî û kesên porzer hene. Di nav Tirkên îroj de kesên ji paşerehên nijadî yên corbicor hene, ji nijadên tirkmanî yên navenda Asyayê ta nijadên ewropayî. Di nav çend salên borîn de van nijadên ji paşerehên cawaz li gel hev zewicîne. Bi gotineke din, mirov nema dikare wek nijad behsa milletekî Rojhelatnavînî bike, çimkî di nav sedsalên par de li devera Rojhelatê Navîn gellek tevlihevî û guhertinan cîh girtine, ji impiratûriyên Romanan û Yewnaniyan bigir ta hêrîşên Mongolan, ji hatina xaçperestên ewropayî bigir ta karbidestiya dewletên îslamî. Tenê ziman û erf û toreyên van gelan in ku wan ji hev cihê dikin, lê li milê din, erf û toreyên gelên Rojhelatê Navîn jî bi encama îslamê û tevjiyana bi sedsalan pirr nêzike hev û din bûn. Jê bêtir, erf û toreyên tevahiya cîhanê sal li dû salê ji hev nêzik dibine. Ciwanên cîhana îroj di erfên xwe de ji nifşên ber xwe bêtir nêzikî hev û din in û nifşên siberojê dê hîn bêtir ji hev nêzik bin. Lewma, zimanê kurdî ji bo Kurdan hebûna wan bi xwe ye, çimkî kurdî nebêt Kurd jî nînin, heta heke xwe wek Kurd bi nav
Bi hêviya ku Kurd zimanê xwe pêşvetir bibin, bi hêviya ku zarokên Kurmancan bikaribin di siberoja nêzik de di xwendegehên Rojhelatê Navîn de fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe yê zikmakî bibin, û bi hêviya ku hukûmet û rêxistinên Kurdan, her wiha şareza û zanyarên wan, bi taybetî yên Kurmancan, nirxekî bilindtir bidin zimanê kurdî. Lê erkê herî mezin li ser milên Kurdan bi xwe ye. Heke ew rast ji Kurd û Kurdistanê hez dikin divêt pêş her tiştî li zimanê xwe xwedî derkevin û misoger bikin ku ev ziman ê zindî bimîne, ne tenê ji bo îroj û sibe, lê ji bo sedsalên li pêş.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017