Behzad Dawûd
Bi destêwerdana Tirkan di Bakurê Sûryayê de û pîlana jeveqetandina herêmên Kurdan, hevdemî wê lîstina rola piştgir û xemxur bo gelê Sûryayê…. Tirkiyê û bi taybet Erdoxan çi encameke bibandor ta vê kêliyê neçespandiye; berovajî wê yekê çi nemabû ku Erdoxan kesayeta xwe, tevlî partî û hikûmeta xwe jî li ser bikira, lê berjewendiyên navdewletî li gel neyarên wî, bûn kelem û rêgir.
Her kes di babeta Sûryayê de şaş û winda dimîne, rastiya vê yekê jî ew e ku 7 salan ji şerê berdewam hemû pêşbînî pûç kirin; tenê rola Tirkan eşkere bû û yek ji armancên wê ew bû ku Kurdan basko bike.
Eger mirov qezencên ku Tirkan li Sûryayê bi dest xistine, her wisa ziyana wan bêxe teraziwê dê kîjan pozîtîv be?
Em ê ji qezencan dest pê bikin:
-Girtina rûberekî berfireh ji xaka Bakurê Sûryayê.
-Wergirtina diravekî pir gelek ji Ewrupa bi şêwaz û reftarên tijî bêrêzî û bê pirensîpeke mirovî.
-Veguhastina hemû kargeh û alavên pîşesaziyê ji Helebê û hema hema bê beramber.
-Avakirina artêşeke yedek ji selefî û demargirên Îslamî yên Sûryayê re ku amade ne di sengeran de bervaniyê di ber xelîfeyê Sunna (Erdoxan) de bikin.
Ziyanên Tirkan ku tê çaverêkirin hêj jî di asta kêm de bin, ev in:
-Piştguhkirin û bêbaweriya welatên zilhêz, her wisa welatên Ewrupî ku biryara Elmanya bi veguheztina lêşkerên xwe ji bo bingeha Encerlîk bo welatekî din da, ev yekemîn encama polotîka çewt a Tirkan bû..
-Diwemîn binkeftina Tirkan ew bû: Hilbijartina Emerîka ji Kurdan re di şerê rizgarkirina Reqayê de, pirçekirina bi cebilxane û teqemeniyan, hevdemî wê belavbûna dengoyên rizgarkirna Idlib ji bal HSD’ê ve ku ew dever bihêztirîn hevbendên Erdogan tê de desthelatdar in.
-Herî dawî jî ezmûna binkeftî ya EYN DEQNê… Her çend ew bajarok li gel bajarok û gundên hawîrdor Ereb nişîn in jî, û wateya destdanîna ser wan deveran nîne, lê li ser nexşeya Sûryayê tu hêzeke navxweyî xudan biryar nîne û Kurd jî yek ji wan in.
-Di şerê EYN DEQNê de nameyeke zelal gihişt alîgirên Tirkan ku “YPG’ya ÎRO NE ya 2012’an e” û pêwîst e rayedarên Tirkyê lêvegerê di pilan û polotîkên xwe de bikin.
Ziyana herî mezin bo Tirkan ew e, jinavçûna cêwiyê wan DAIŞ e, ku li Mûsilê hat perçiqandin û li paytexta xwe Reqa jî navkutk û kêferatê dike. Bi nemana wê rêxistina dirinde, wateya herifandina pilaneke mezin ji xebateke istixbaratî ya demdirêj e, ku bi milyaran dolar ji bo wê hatibû xerckirin û dê mîna xencereke duserî li kedîkirê xwe vegere nava heman welatî.
Dijberî û opozisyona siyasî û serbazî di nava Turkiyê de ew qas sivkatî û bêrêziya der heqê bi dehezaran girtiyên zindanan de, ji bîr nakin û bi hêsanî di standina mafê xwe de nabuhirin.
Şens bo Kurdan li Rojavayê kurdistanê erênî ye herî kêm ta wan rojan, lê ev welat Sûrya ye û tu kesek nikare pêşbîniya dahatûyê bike, takeçare xwebestîna bi zilhêzan ve ye û pêştir yekrêziya li ser bingeha (Çesipandina mafê netewî û şanaziya eşkere bi Kurdistanê) her wisa lihevhatina her dû destihelatdarên Başûr û Rojava ku ya navbûrî nêzîkî ragehandina dewleta serbixwe ye.
Lê eger Kurd di hêla berê de berdewam bin û nexweşiya nakokiyên kevin bidomînin, helbet şikestin li benda ezmûna Rojava ye.
Çima tenê Rojava?
Başûr li ser asta navnetewî xwedanê desthilateke rewa, al û nûner e û nêzîk dê giştpirsiyê li ser veqetandina bi temamî ji Iraqê bê encamdan.
Rojava li gel hemû alîkariya serbazî lê di warê siyasî de paşguhxistî ye, hevdemî wê her kes dizane ku Welatên Rojava êdî hew bi artêşên xwe şerê terorê dikin, lewma li hevbendên cihê baweriyê digerin û Kurd baştirîn hevpeyman bo wê mebestê dîtin, lê eger ew pêwîstî nema dê kî gerantiya mana (Xwedê giravî destkeftan) bide?
Tenê girêdana çarenivîsa me bi Başûr re dikara wê sawê lawaz bike û bi bêyî wê takerêyê de .
Eger ziyana Tirkan dirav û pilan be , dê ziyanên me xwîna bi dehezaran pakrewan û jidestdana xak û niştiman be.
Derfetê bernedin, degmen e…
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017