Mistefa Mistefa
Li welatê Elmanyayê, di dawiya xwendina bijîşkbûnê de xwendekar, û di merasîmin fermî de ku heta bi malbatên xwendekaran jî lê amade dibin, sûnda bi navê ((Abîqirat)) dixwin û di wê sûndê de soz didin ku ew mirov bin berî ku xwe wek bijîşk bibînin.
Tiştê herî balkêş di xwendina wan de, bijîşkên xwe neçar dikin ku karên xêrxwazî berî û di der barê xwendina xwe de bikin, da ku têkiliyên di navbera karê bijîşkî û karê xêrxwazî de xurt bikin, wek tevlîkirina wan di saziyên tendirustî yên bê pere de, ku ev tişt dihêle sincên dilnizmayê û exlaqî li cem wan bijîşkan werin afirandin.
Û ji ber ku karê bijîşkbûnê di cîhanê de karê herî mirovî ye, pêwîst e ku ev bijîşk xwedî wijdan û dilovan be û armanca wî alîkarî û xizmetkirina mirov û civakê be.
Mixabin, îro li cem me di der barê jiyana me ya rojane de, ku gelek caran ji ber sedemên nexweşiyê, em serdana bijîşkan dikin û em dibînin bê çawa ev bijîşk dûrî nirx û pîvanên ku hînî wan bûn di rêya xwendina ku bi dihên salan dom kiribû û çawa armanca wan tenê maye danheviya mal û pereyan.
Em dibînin îro gelek bijîşk rikandinê li ser destbuhaya (heqê) karê xwe dikin, bêyî ku rewşa gelek xelkên xizan û feqîr li ber çavan bistînin û bêyî ku ji xwe re bêjin gelo wê heqdestiya min bi vî feqîrî re hebe yan na, ku ev jî gelek caran dibe sedema ku gelek kes jiyana xwe ji dest didin ji ber ku heqê derman bi wan re tune ye, yan jî neçar dibin ku çarekirina xwe di nexweşxaneyê hikûmî de bikin, ew nexweşxanyên ku dibin cihê zêdekirina nexweşiyê bêhtir ji çarekirina wê re.
Ne tenê wilo, lê belê îro gelek bijîşk gihane asta ku kul û derdên wan tenê maye hejmara nexweşên ku têne li cem wan, ku ew jî dibe wek navûdengiyekê ji bo wan bijîşkan re, tevî kêmjîrbûna wan di karê wan de.
Gelek bijîşkên binavûdeng hene destên xwe danîne ser bazara dermankirinê û tenê heqdestek dane pêş, heta asta ku eger em werin pereyên ku ev bijîşk her roj ji karê xwe bi dest dixe, em bihejmêrin, em ê bibînin ku bi qas mûçeyên sê-çar karmendên hikûmetê derdixe û di dawiya rojê de dide hev û wan dike çenteyê xwe de û berê xwe dide malê, bêyî ku wijdanê wî biêşe û ji xwe re bêje, mane ev pere encama xwêdana van feqîran e, ev feqîrên ku gelek ji wan ji bilî êşa gewdeyê wan, bi êşa betalî û bêkariyê jî ketine.
Rewşa van bijîşkan dihêle mirov matmayî bimîne, gelo ma heta vê astê dilovaniyê ji dilê wan bar kiriye, ma nikarin di heyvê de heftiyekê, yan di heftiyê de rojekê, yan di rojê de du-sê seatan bê pere ji bo van feqîrn kar bikin?!
ma wê çi ji wan kêm be ku piçekî li wijdanê xwe vegerin û destên xwe deynin li ser êşa milet û derman bikin
Ne şaş bû û heqê wî hebû, bavê şoreşa Fransayê (Voltêr) dema got: “Beriya her tiştî divê em bibin Mirov, dû re em bibin Bijîşk”.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017