Kawa Ibrahîm
Ji malê derkeve!
Here ji xwe re li karekî bigere û kar bike!
Bi vî awayî bavê Fînsent ew ji malê qewitand. Di sala 1880’yê de Fînsent berê xwe da Bruksel û li wir (Bi alîkariya abûrî ji hêla birayê xwe “Theo” ve) dest bi xwendina hunerî (şêwekarî) kir, û rengên xwe li ser tabloya xwe ya yekemîn bi cih kir.
Fînsent ji birayê xwe “Theo” pir hez dikir, loma ku çi dikir û çi bûyer pê re derbas dibûn ji birayê xwe (Theo) re dinivîsand û wekî name jê re dişande Parîsê.
“Vincent Van Gogh” di 30’ê Adara sala 1853’yê de li bajarokê “Zundert” ê Holendayê ji dayîk bûye.
Kurê malbateke oldar û dewlemend bû, heya 15saliya xwe çûye dibistanê û piştre xwe dûrî xwendinê kiriye û dest bi kar kiriye.
Piraniya karên wî di warê hunerî (şêwekarî) de bûn. Di sala 1869’an de li kargeha hunerî ya “Goupil&Cie” li Lahayê dest bi kar dike. Di sala 1873’an de diçe Londonê û li heman kargehê (Beşê Londonê) kar dike.
Di sala 1875’an de dîsa li heman kargehê (Beşê Parîsê) kar dike.
Di sala 1876’an de dev ji kar berdide û berê xwe dide Ingiltra (England) û li wir wekî mamoste li dibistaneke olî waneyan dide. Di sala 1877’an de dîsa dev ji kar berdide û berê xwe dide Amsterdam û dixwaze xwe ji xwendina zanîngehê re amede bike; lê di wê de jî bi ser nakeve.
Fînsent di evîniyê de jî her dem dişikest… şikestinên Fînsent di warên kar û evîniyê de û nexweşiya ku pê ketibû, ew di warê şêwekariyê de gurr dikirin û dihêlan ku gelek şêwe çêdikirin.
Piraniya şêweyên wî li ser cotkar û karkeran bûn, di nava wan de jî şêweya wî ya bi nav û deng (The Potato Eaters).
Di heman demê de gelek astengî didîtin, loma di sala 1886’an de berê xwe da Parîsê û li wir fêrî gelek hunerên nû bû, mîna hunera Japanî ku di çend şêweyên wî de ew rengê hunerî tê dîtin, lê ji ber ku Fînsent ji bajarên mezin hez nedikir biryar da ku berê xwe bide başûrê Ferensayê li bajarê Aril ( Bajarê ku gelek şêwekaran berê xwe didanê, lê diciviyan û alîkariya hev dikirin) û li wir jiyana xwe berdewam bike.
Di heman salê de şêwekar (Pol Gogan) nas dike, dostaniya wan di demeke kurt de xurt dibe. Di payîza sala 1888’an de Fînsent û Pol Gogan biryara xwe da ku bi hev re di malekê de bijîn.
Di despêkê de jiyana wan bi hev re baş derbas dibû, bi hev re şêwe çêdikirin, alîkariya hev dikirin, lê wê xweşiyê dirêj nekir û di nav her duwan de aloziyan des pê kir, pê re jî nexweşiya “Epilepsy” li Fînsent zor dikir.
Pol Gogan bi xeyd dev ji hevalê xwe qeriya û çû, vê bûyerê nexweşî li Fînsent pir zor kir, heya ku Fînsent guhê xwe bi gwîzan jêkir (Hin dibêjin ji qehra li ser hevalê xwe guhê xwe jêkir, û hin jî dibêjin ji ber êş û zinzina ku dikete guhên wî de).
Piştî vê bûyerê Fînsent xwe pêş gelek pizîşk û dektoran dikir, gelek caran bi nexweşxaneyan diket.
Nexweşiya Epilepsy lê zor dikir û pê re jî û bi wê rewşê re gelek şêwe çêdikir, piraniya wan şêweyan rûdêmên wî bi xwe bûn.
Di sala 1890’î de Fînsent berê xwe da Parîsê û li cem mala birayê xwe “Theo” ma, piştre berê xwe da bajarê “Auvers-sur-Oise” yê Ferensî li cem dektorekî çareseriya xwe ya tenduristî kir.
Di sibeha 27’ê tîrmeha sala 1890’î de şêweyek çê dikir, nîvco hişt û çek (demançe) xiste sînga xwe û xwe kuşt. Piştî mirina Fînsent bi şeş mehan birayê wî “Theo” jî serê xwe danî û mir.
Tişta herî balkêş ew e, ku di jiyana Vincent Van Gogh de yek ji şêweyên wî nehatine firotin û tev di hustê wî de mane (Dibêjin ku xuşka hevalekî wî dil ketibûyê, û ji bo ku xwe nêzîkî wî bike şêweyek jê kirîbû).
Vincent Van Gogh 840 şêwe çêkirine û dema ku jiyana xwe ji dest da kesî ew nas nedikir. Piştî mirina wî bi çend salan jina (Theo) Ciwana bi karê belavkirina şêweyên tiyê xwe Fînsent rabû û ji 700 nameyên ku Fînsent ji birayê xwe Theo re nivîsandibûn, çîroka jiyana wî bi me da nasîn.
Û îro roj Vincent Van Gogh yek ji mezintirîn hunermend û şêwekaran e, yê herî bi nav û deng e û şêweyên wî jî ji yên herî buha li cîhanê ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017