Kewê Ribat
Çima felek
Qêrînê ji me tîne
Sitêr firyan
Ji me hêvyê
Destine
Çi bkin
Ji quntara çiyê
Em tên xwehr
Hatin girêdan
Û ew tev gurê har
Ne cî
Ne sîdank
Dimrin ji hejarî
Rê girtî ne
Bi ser de
Rojên tarî
Xwedîxêran
Li me ev dil
Kirin doj
Divan li ber me vedidin
Bi şev û roj
Ez ê bibêjim
Çi bibe ez ê bibêjim
Ji bo ala rengîn
Ez mest û gêj im
Mêvan in
Ji me’r dibêjin
Hûn mêvan in
Li ber çavan
Diçêrin ,
Xweş dizanin
Kelem in
Ji lewra em jî xizan in
Bi Xwedanê şev û roj
Bargiran in
Mixabin
Em j’ hev re
Zana û jîr in
Kewê ribat in,
Em ji xwe re kwîr in.
KOÇBERÎ
Perdeyên reş
Hatine dakêşan
Tiştekî nabêjim
Ta ketinê..
Der dibin
Hestîyên dost û hogiran
Ji cendekên avêtî
Di qeşayê de..
Westiyame …westiyam..
Ta qirbûnê
Bihêlin …
Ez di oxirê de
Herim
Bajar
Li paş jiyanê ye …
Rê dirêj e
Bihêlin …
Bê xatir ez herim
Sûnda min ji we re …
Bi kaxezên li ber ba dibin
Bi xurcika min î
Ji peşkên xewnan..
Ez ê çavan bigirim
Û bêdengîyê bikerritînim..
Lê naxwazim..
Bi çûnê…
Rojyarê şiyar bikim.
RÊLA KELAŞÊN BÊGUNEH
Binefşek
Di qiraxa ceger de
Min tu çandî,
Hêlane
Di pêçîyên rojgarê de..
Ax … hevala min
Bihêle … da ku ez
Gorinekê ji heyamê re bikolim
Di kizkirina Mem û Zînê de
Û gorinek din ji nokeran re
Di bêdengîya Çarçira ya avis de.
Rojekê , berbangê got:
Jehr dildarê qerqera ye
Helebca …
Şêtbûn û xerdel
Xencerek efsanî
Ji evînek nazdar re
Derbas dibe zindanan
Axîna dîwaran
Derbas dibe germahîya
Bêganî û sînoran.
AMÛDÊ
Gava tu pêçeyên wê
Rûpel dikî
Çîçekan vedirisînî.
Wê gavê …
Dîrok digirnije
Kelogirî dibe
Karwanên kulîlkan
Bi agir dorpêç bûn
Pencera rizgarîyê
Bîra xapînok
Di keşwera (Şehrezad) de
(Xezalî û Mutenebbî)
Di bîra min de tînin
Hêsir … xwîn … xak …
Li qiraxa girê “Şermola”
Mihemedê Se’îd axa..
Dayika Ferîda
Di bîra min de tînin …
Qeşaya dilê min tê bişavtin
Û Amûdê kulîlkan vedirisîne..
Wê gavê..
Reng dibişkivin
Şevbuhêrkên buharê
Bênderên pûş
Lîstika çavgirtînkê
Seven zivistanê
Qêrînên li ser sînoran
Qêrînên di kolanan de
Hawaro , Xelefo
Bavê Babil, Azado
Û hîn qeşaya dil
Tê bişavtin
Çavkanîyek evîn
Çilmisî
Hêlîna zaroktîyê
Û hêsirên roja oxirkirinê
Tevî aso winda ye
Bûm kalê zemanan
Çavan vedikim
Te nabînim.
DILOPÊN EVÎNÊ
Di kûrahîya dojeha
bêganîyê de…
di çalên rojgaran de…
Bi viyana te
Kanî dibişkivin…
Bangora bendewarîyê
Li ser sufirneya
Ramanên min
Diherike
Dergehên paşerojê
Kor bûne…
Zengilê mizgînîyê êrîşî
Omîdên min dike..
Dergehek hate perçivandin
Bi viyana te
Rûbar hate suhtin.
Dilopên ku der dibin
Ji derya ya şînewîya
Çavên te
Perwana bîranînê difirîne.
Ji biskên te
Kavi l hişyar dibin
Û berbang diçirise.
BERBANG
Kanîyên bêbeşîyê
Û bêrîkirinê
Dil gûrtir dikin
Bêdengî belawela ye
Dûman û volkan
Simbil bi xwîn û kulîlkan
Tê avdan
Yê tihnoyî hildimijîne
Ta hişkbûnê.
Zingînî deng vedide
Li asoyên ronîkirî
Bihna pêxwasan
Evîndarîyê
Hembêz dike.
EYŞÊ Û DEM
Belkî rojgar
Rojekê
Bi me re bigirnije
Dîwarên biyanîyê
Û pîrhevokan wêran bike
Wê gavê …
Em ê goçên xwe
Berhevdin
Dojeh û tewşbûnê
Belawela bikin
Hêêêêê ..şahjinê
Bijardeya xewnê
Li ser textê tîbûna min
Weyla li çavên te yî çilmisî
Gava tu pagenda xewê
Ji ser wan hildiweşînî.
Çawa bi dûrbûnê
Te bigirînim …
Û şînewîya çavan
Derya dixemilînin..!!
Hindek ji rondikan
Kevneşopa derda ne..
Û yên dîtir
Bazara germbûnê
Bi dêman re dikin..
Lêvên girnijîn ji wan
Der dibin
Peyamberî omîda ne..
Ez ê bêm
Û bêm..
Ji dilsojîya te ..
Dil hemû navendên hêvîyan
Dixwîne ..
Dive xewnên me
Ji kulora nan firehtir bibin ..
Ez ê bêm
Û bêm..
Tiştê ku min çinî
Ji dewlemendên reş û rût
Belengazîya min e..
Bextreşîya min e
Bila diyarî
Demê be…
HÊVÎYEA MIN Î TÊKÇÛYÎ
Gava rojgar
Me bavêje
Heldêrê …
Ji bilî her du çavên esmanî
Nabînim …
Ez ê di wan de xwe veşêrim
Bihna dawî
Bibarînim …
Û bin-av bibim.
AGIRBAZÎYÊN ZAROKTÎYÊ
Di meydana Xwedê de
Sîmfonîya buharê
Hêrîşî dîwarê mirinê dike
Ji mêj ve, em bendewar in
Va baxçeyên derdan
Di sîngê de
Diçînin …
Heyv û stêrkên sor
Mina nasnameyan
Hêvîyan disojin…
Lê ew me bê jiyan dihêlin
Guhertina navê gundan
Dîrok sexte ye
Buharê bi payizê diguherin
Bihna sorgulan sêdar dikin
Di rikehan de
Bilbilan bêzar dikin
Rengê zer
ji sor û kesk cuda dikin.
EZ Û DIL
De bibêje dilo bibêje
Çendî keser
Te hembêz kirin ?
Çendî dojeh te sar kirin ?
Çendî pizot te hilgirtin ?
Û çendî dem wergirtin ?
De bibêje dilo bibêje
Tu bi Xwedêkî bibêje
Ma ne bes in
Keser û pizot li hêlekê
Û derdê xerîbîyê
Li hêleke din şax vedaye…
Û bi ser jiyana min ve
Perdeyên reş berdane… ?
Bibêje dilo bibêje
Dibe ku jiyan derew be
Paşeroj leylan be
Lê bi hezaran dil wekî te
Têne lorandin
Li ber bayê xerîbîyê
Têne herifandin..
Te ha jê heye dilo,
Homanêd me
Li ser hovkan dilêr in..
Ayîndar in..
Pendyar in
Canvejîn in..
Lê di çalên kûr de
Halanên xwe binax dikin…
Çavdêr in
Li ser wê axê
Maseyên ji xwêdanê
Berfireh dikin
Bi çingîna peyalan re
Xwînê difiroşin
Welat difiroşin
Te ha jê heye dilo
Mêrxas
Tevî ravyarê mirovan
Ne ji bo mirinê
Bo azadîyê
Bo jiyanê
Têne hilweşandin
Girtî di xewnên xwe de
Dikin qêrîn.
Te ha jê heye
Pelê n daran di payiza
Emrê min de
Diweşin
Te ha jê heye
Derbiderî û biyanî
Di birîna min de
Sed birînî vedikin
Bibêje dilo bibêje
Tu bi Xwedêkî bibêje
Derdê min û xwe
Ne tenê carekê bibêje.
DAYÊ
Gava rondik
Di çavên mêrxasan de
Diçirûsin
Tu têyî bîra min
-dayê-
Kelogirî dibim
Ava hêlê
Tê bîra min
Piştîyên pûş
Nanê tenurê
Û kilora pevçûnê
Bo destmalê
Çendî caran
Agirê tifikê gûr dibû
Çi bibêjim
-dayê-
Çi nebêjim
Li ser wî qelaçî
Kereng û pîvong
Berdana bustana
Terhikên di bin kulînê de
Jiyana di nav ebrûyên
Bavê min de
Windayî
Hezar pirs û raz
Û çîrok nayên xwendin
Wê çaxê
Rojhilat
Dest pê dikir
Û li ser erzêlê
Dihate raxistin
Dengê birûsk û tavan
Sawa Gurê Manco
Çendî caran
Maldarên gund
Keroşkên me di serdaban de
Vedişartin
Çendî caran
Ji dara tûyê
Çivîk tanîne xwar
Dîwar , beşt
Çira û pelpelûkên bin erdê
Dara tûyê
Kirin êzing
Û bavê min
Di goristaneke bê gor de
Winda kirin
Li hev pêçan
Pirsên giran
Sar û germ
Di bêdengîyê de.
BIYANÎ
Zuhabûna rojan
Dibînim
Hino hino bi awazan re
Derbasî şahnişîna
Derdê min dibe
Wê belawela dike
Gûr dike
Dojeh im ez
Bîranînên
Wekû zilindarê
Dadiqurtînim
Tirs der dibin
Ji dîwarên bêdeng
Lê gava dinalim
Ji nalîna min ditirsin
Bêdengî rojên min
Heldibijêre
Yên têkçûyî
Û yên winda
Bi tena xwe me
Ji dûrîyê tême bivaştin
Meya di binê piyalê de
Û gulên ku çilmisîne
Li hawîr min
Çira ku perperîk disotin
Şewqa wê bi dizî
Dîwarên bêdengîyê û
Tarîyê derbas dike
Da ku rûpelên hêvîyê
Ronahî bike
Geş bike.
HESEKÊ
Li jor
Heyv tovên bîranînan geş dike
Û balafir jî di tarîyê de
Dastanên wêranbûnê
Bi tîrêjên agir dirêse
Stêrkan vedimirîne
Bajar vala ye…tengezar e…
Dergeh girtî ne
Ne çivîk
Ne kevok
Pisîk li kolanan jar û mest in…
Hechecîkan hêlîn hiştine
Zarok li pey goga tirsê
Xwê didin
Ma ev çi dunya ye looo
Bazirgan me zorga kirine
Rojane sed carî me dikujin
De ka em dewranê vegerînin
Mêrxasekî digot:
Em ê wan bikin bênder
Wan bişewitînin
Tenê wê poz li jor bimîne
Gelo çend siwar di vê toşê de
Bemired çûn?
Karwanê herî dawî
Buhar û
Ew qirşika bi tenê dizîn
Û çûn
Li ser sînor xewna azadîyê
Raxistin û çûn
Ji mêj ve, çemê Xabûr û Ceqceq
Nema xumxum ji wan tê
Bo çavên ku zuha bûne
Jiyan nema xweş e looo
Her şev sî û sê gulle
Ser gulên çilmisî dibuhirin
Û tirafa darê qizwana
Ji çiyayê Homan
Digihêje Kewkebê Millan
Dengê şûr û mertalan
Brahîmê Paşê şiyar dike
Derwêşê Evdî li deştê winda dibe
Fermanan dihejmêre…
Qêrîna Edûlê erdê diqelêşe
Kêra xiniz di dest de ye
Bo viyana dijwar dibêje :
Ji te hez dikim Derwêşo
Ji te hez dikim welato
Û ji bo roka di nîvê alê de
Va ne şervan nehtorê
Çem û çiya ne.
EVÎNEKE RAZAYÎ
Di çavên te de
Jiyaneke derewîn dibînim
Ji dûrbûnê
Hatime ji tunebûnê…
Bendewarê sozê me lêêê
Ma çi qas dev li hêvîya
Parîya ne
Koletî …mirin
Rengên xwînê
Li pey xwe dihêlin
Kolanan dixemilînin
Bapîrên me tirs hiştin
Kuştî têne kuştin
Sor tevlî şînbûna avê dibe
Xurtbûna zanînê
Rastiyê tîne…
Û evîneke razayî şiyar dike.
CANGORÎ
Di dilê min de
Çiyayên bilind
Li jor wan qebqeba kewa ye
Di dilê min de
Çem û rûbar
Li ber lehîyê
Qeder avjenîyê dike
Ji boyî wan
Bajar canvejîn in.
ZÛ WERE
Dûrbûna te jiyanê
Ji min dûr dixe..
Bê te
Di çalên kûr û tarî de
Wer dibim
Di nav pêlan de
Di hev wertêm
Êş û jan li ber ba dibin
Hembêzkirina bi çavan
Kanîya der dike
Li ser baskên hêvîyan
Esmanan diçirînin
Zû were…
Em bi hev re dûrkevin
Çal kûr in wê hêvîyan
Basko bikin
Di dilê min de
Sînema û zindan,
Xerdel û Enfal,
Xwîna pêxwasan,
Û xwêdana penaberan
Nû min naskir
Çima di şoreşê de
Leheng bûm,
Çima perperîk
Xwe li ronîya spî digre
Çima bê te nabînim
Pêlên xewnan di şiyarbûnê de
Beyhûde dikim
Li te digerim
Carinan , xwe vedişêrim
Lê winda dibim..
Çend sal bûrîn
Tenê şeş caran
Te kir qêrîn
Te ha ji çavê min heye ?
Ez li ku me ?!
Hevalên xapînok
Çi davan li ber min vedidin
Yên din,
Koçberîyê ew revandin
Dengvedana welatê min
Bêdengîya min didize
Çav li rê riziyan
Û karwan hîn û hîn diçin
Hêlînê ji kê re dihêlin looo…
Ji ber çavan dûr dikevin
Ma kî yê gul û sosinan
Av bidin looo… ?!!
Tevî ku min rojek xweş nedît
Rojan dilorînim looo
Û hîn çîrok dest pê nekiriye.
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatine weşandin 15.10.2017