Bûyerpress
Bi navê “RENGVEDANA DÎROKA KURDÎ DI HELBESTÊN CEGERXWÎN DE” pirtûkeke nivîskar Ibrahîm Ibrahîm ku ji 342 rûpelan pêk tê, li Swêdê ji hêla çapxaneya Apec Tryck & Förlag AB ve çap bû.
Pirtûk bi xwe bi rengê lêkolînekê li ser helbestên Cegerxwîn e. Nivîskar Ibrahîm lêkolîna xwe dabeşandiye û di beşê pêşîn de jiyan, atmosfer û seqaya Cegerxwîn li pêş xwendevanên pirtûkê raxistine. Paşê derbasî kûrahiya rist û malikên Cegerxwîn bûye ka çawa Cegerxwîn simbol û esfaneyên kurdî bi hostayê di helbesta xwe de bi cih kirine û çawa bi kar anîne. Di evê pirtûkê de diyar dibe ku çawa Cegerxwîn dîroka kurdan serdem bi serdem nasandiye û bûyerên herî girîng û balkêş, bi zanebûn di helbestê de bi cih kirine.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1