– Dê dibistana zarokan e.
– Giliyê dê û bavê şîret in.
– Her qezayek şîret e.
– Ji mino li mino.
– Çav sûretê dilan e.
– Bela tê serê mêran.
– Av paqijî ye.
– Mij û dûman e, dema gur û roviyan e.
– Piştî her şerî aştî heye.
– Şûr kalanê xwe nabire.
Ev gotin di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatine weşandin. 2018.4.1