Bûyerpress
Di 8’ê tebaxa 2018’an de, nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç ragihand ku romana wî ya bi navê “Serwerê Med Aştiyago” ji weşanên “ar”ê derket.
Romana “Serwerê Med Aştiyago”, romaneke dîrokî ye û bi honaksaziyeke wêjeyî, rastiyên dîroka bavikên kurdan di serdema şahê mîdî “Aştiyago” de, vedibêje.
Ji nasandin û raberkirina dîroka serdemekê wêdetir, nivîskarê romanê hin pirsên têkilî dastane û afsaneyên kurdî jî derdixe holê û bi kesayeta “Aştiyago” û derdora wî ve, dide girêdan. Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç, der barê romana xwe de wiha dibêje:
“Romana Imparatoriya MED
“SERWERÊ MED AŞTIYAGO” derket
Ev roman e, lê rastiya MED e
Li „QESRA ROJÊ“ (qesra Medan) çi hebû?
Serwerê (qiralê) Med Aştiyago (Astiyages / Îştumego /Îştumemgo) kî ye?
Nebe „Memê Alan“ bixwe be?
Keyxatûn Alyanis (Zeine Alyanîs) a keça Alyattesê II yê serwerê Lidya bû, kî bû?
Nebe ew Zîna Memê Alan be?
Herpago kî ye? Çima îxanet kir? (Herpago >Herbako >Herbeko > Beko?)
Ma bi îxanetekî serweriyeke hildişe?
Tev de di vê romanê de ye.
Ji devê dengbêjê Keyêkeyan (qiralêqiralan) Aştiyago PÎR ZERO bixwînin!
Divê her kurd vê romanê sedî sed bixwîne.
Ne ku romana min e, rastiya dîrokê xwe bi qelema min da nivisandin.
Têbinî:
Gelê dost û embazên hêja, hê neketiye destê min. Hûn dikanin, rasterast ji weşanên Ar (Aryayinlari, yan jî ji Pirtuka Kurdî bixwazin.”