Bûyerpress
Silêman Azer
Efrîn ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ȇn pê ve girêdayî hat dagirkirin ȗ talankirin. Miletê wê jî hat koçberkirin û wêneyên talankirin û diziya mal û kargehên miletê Efrînê di medyayȇn cîhanî de belav bûn. Lê cîhan li beramber vî karî bêdeng ma.
Pirsa herî girȋng û sereke ew e: Gelo Efrîn bajarê kurdî yê dawî ye ku dê wiha were dagikirin û talankirin? Û dê rewşa Rojavayê Kurdistanê çawa be? Bersiva vê pirsê tekez ne gelekî hêsan e û mirov nikare zelal û şîrove bike. Ji ber ku rewşa herêmên kurdî girêdayî rewşa tevahiya Sûriyeyȇ ye, ji lew re pirsa dema bidawîhatina kirîza Sûrî jî pirseke girîng e.
Rewşa Sûrî bûye rewşeke navdewletî; an jî bi zelalî girêdayî berjewendiyên navdewletî ye.
Îro şerekî cîhanî di herêmeke biçûk de li dar e. Her aliyek hin gropên wî di hundirê Sûrî de hene ku berjewendiyên wî diparêzin, ji ber vê yekê tu guman an pêşbînî ji demên bê re tune ne. Rewşeke vekirȋ ye li ser hemî egeran.
Gelo Efrîn bû berdêla Xûtaya Rojhilat ku bi rêya lihevkirineke navdewletî ji bo Tirkiyê hat radestkirin?
Ji çend mehên derbasbûyî ve xuya bû ku dewleta Tirkiyȇ dȇ êrîşê bibe ser Efrînê û Efrîn dê were dagirkirin. Ew jî ji dema ku Rûsyayê hêzên xwe ji Efrînê vekişandin û nehişt ku hêzên Sûrȋ jî derbasî Efrînê bibin. Tevlî ku hate ragihandin ku hêzên YPGê û partiya PYDê ji Hikȗmeta Sȗriyeyê xwest ku berevaniyê di ber xaka xwe de bike. Wiha jî hin wêne di medyayê de belav bûn ku hin hêzên girêdayî artêşa Sûrî derbasî Efrînê bûn. Lê gelo piştî êrîşa Tirkiyê, tu hêz li wȇ derȇ hat dîtin? Amerîkayê jî eşkere got: “Herêma Efrînê dûrî kontrolkirina me ye.”
Gelo ev tev de ne nîşan bûn ku dê Efrînê bisipêrin Tirkiyê? Li vir jî pêwîst e ev pirs ji berpirsên YPG û PYDê bê kirin: Gelo bi rastî, piştî wan nîşanan we bawer nedikir ku gefên Tirkiyê li ser Efrînê jidil in an hȗn piştrast bûn ku hȗn dikarin Tirkiyê li wir bişikînin?
Ji dagirkirina Efrînê diyar bû ku têkiliyên herdu aliyên kurdî (ENKS û TEV-DEMê) ne rast bûn û tu kesî guh nedida nerîn û helwestȇn wan. Tenê têkilî û peywendiyên wan demkî ne û nikarin paşeroja rewşa Sûrî bixwînin.
Heger herdu aliyên kurdî bi vî şêweyî berdewam bikin, metirsiyeke mezin û jidil li ser hemî herêmên kurdî yên din jî heye; dê ew jî bibin qurbana têkiliyên çewt û berjewendiyên partîtȋyê bi tenê.
Bi tenê heger lihevhatineke navdewletî hebe û heremên kurdî yên rojhilata çemê Feratê para Amerîkayê be, wê demê dibe ku ew herêm bêne parastin. Aniha gerek e lêvegereke birastî ji aliyê PYD û YPGê ve hebe, xwe rexne bikin û ji xwe bipirsin: Gelo çima nikarîbûn Efrînê biparêzin, çima dereng ma ta ku biryar dan ku hêzên xwe ji Efrînê vekişînin û bi vî rengî ew bajar talan bû û miletê wê koçber bû..?
Rewşa Sûrî hîn vekirȋ ye û dibe ku her tişt bibe; yek ji wan egeran parçebûna Sûriyeyê ye ku bibe sê herêmên cuda. Ji ber vê yekê jî her aliyek dixwaze ku herêmên di bin destên xwe de fireh bike û cihê xwe li xaknȋgariya Sûriyeyê mezintir bike. Ev yek ne dûr e û belkî ne bi şêweyȇ parçebûnȇ be, lê belê dibe ku her hêzek herêmekê dagir bike û demeke dirêj li wir bi cih bibe.
Li gor gelek nerînên siyasî, êdî hêzên navdewletî li ser dabeşkirina xaka Sûriyeyê di pişt perdeyan de li hev kiriye û li bal hin hêzan prosesa guhertina demoqrafî ketiye rojevê; mînakên herî nêzîk: Efrîn û Xûta.
Heger herdu aliyên kurdî di vê siyaseta xwe de berdewam bin û destên xwe ji gunehan neşon û her aliyek ê din tawanbar bike, bûyera ku li Efrînê rûda dê li hemî deverên kurdî dubare bibe.
Dewlet û hêzên cîhanî guh li slogan û diruşmên mirovatî nakin ȗ bi tenê berjewendî û ewlekariya xwe diparêzin. Ji ber vê yekê ji hêzên kurdî tê xwestin ku ew li berjewendiyên neteweyî bigerin, ne ku li yên partîtî. Eger na, bila zanibin ku di demeke nêzîk de ew jî dê koçber bibin û dê bibin dîdevanên talankirin û diziya mal û samanên xwe ji aliyê çekdarȇnTirkiyê ve.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1