Dibêjin mirovek ket ber halê xerab ku bimre, bang li lawê xwe kir. Law hat li ber serê wî rûnişt.
Mêrik got: Lawo! Eger ez mirim sed mecîdî xêra min bide yekî ehmeq. Mêrik mir.
Piştî mirina wî lawê wî rahişt sed Mecîdî û bi nav gunda ket.
Hat gundekî, dît ku def û zirne, reqs û govend e qiyamet rabûye. Lawik dît ku yek bermeqlûb li kerekê siwar kirine, terya kerê dane dest û yek serê kerê dikşîne û zarok li dû li çepkan dixin. Yekî din li ser doşekê rûniştiye û çekine sipehî lê ne û pala xwe daye balîfan.
Lawik ji yekî pirsî:
Ev çi mûnasebe ye?.
Jê re got:
Ev ê bermeqlûb li kerê siwar kirine, keyê(Axa) kevin e û evê li ser doşekê rûniştiye yê nuh e.
Lawik got:
Ev çi adet e?
Mêrik got:
Her ji du salan em keyakî radikin. Piştî du salan em bermeqlûb li kerê siwar dikin.
Lawik got:
Ma piştî du salan hûn ê li evê ser doşekê wilo lê bikin?.
Mêrik got:
Ev li pêşiya wî ye jî.
Hema lawik rabû û kîsê Mecîdiyan li ber danî.
Yê li ser doşekê got:
Ev çi ye?
Lawik got:
Ev xêra bavê min e wextê ku mir wesyetî min kir û got: Eger ez mirim tê sed Mecîdî xêra min bidî yekî ehmeq, lê bi Xwedê min ji te ehmeqtir nedî va tu bi çavê xwe dibînî bê çi dikin ji keyê kevin mane piştî du salan wê wilo li serê te jî bikin!!!.
Ev serpêhatî di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66’an de hatiye weşandin 15.8.2017