Bûyerpress
Ji encama şer û pevçûnên dijwar ên li bajarê Reqayê di navbera Hezên Sûryaya Demoqratîk û DAİŞê de, 95 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.
HSDê ragihand ku, ji şeva bûrî ve û ta niha, ji encama şerên giran ên li taxên Rewda, Menêwra, Reşîd û Berîd ku li bakurê rojavayê bajarê Reqayê ne, 95 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek ji otombîlên wan jî hatine jinavbirin.
Li gor HSDê, ta niha şer li tevahiya eniyan di navbera her du aliyan de berdewam e.