Zilamekî tema û çavteng bi navê Silo hebû, zêde zêde ji pireyan hez dikir û dil nedikir ku tiştekî xerc bike.
Carekê ji caran serê Silo êşiya.Silo ji ber serê xwe gelek tengijî, her çi qas destmal û kilît bi serê xwe ve girê didan lê êş ji serê wî dernediket.
Dît ku ji dermanxaneyê pê ve tu çare nîne; pişta xwe xûz kir, berê xwe da dermanfiroş û ji xwe re zilfek hebikên serêşê anî.
Silo tayek(Ben) bi hebikê ve kir, hebik daqurtand û serê ta di destê wî de ma.
Jina wî jê pirsî û got:
Silo te hebika xwe xwar, ma ev çi ta ye te pê ve girê daye û bi dest xwe ve hêlaye.
Silo got:
Min ta bi hebikê ve girê daye, dema ku serê min rehet bû ez ê car dî hebika xwe vegerînim.
Ev pêkenok di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66’an de hatiye weşandin 15.8.2017