Bûyerpress
Serokatiya Meclisa Cîbicîkar li Kantona Cizîrê biryarnameyek belav kir û tê de avakirina “Gerînendeya Parastin û Birêvebirina Samanên Suryan, Aşûr û Ermenan” ên koçber ragihand.
Duh Yekşemê Meclisa Cîbicîkar biryarnameya xwe belav kir, û hişyarî da hemî şaredariyên Kantona Cizîrê ku ji bo parastina mulk û samanên pêkhateyên Aşûr û Suryanan, “Gerînendeya Parastin û Birêvebirina Samanên Suryan, Aşûr û Ermenan” hat avakirin
Di biryarnameya Meclisê de, reng û çawaniya karê Gerînendeya navborî nehatiye zelalkirin.