Bûyerpress
Artêşa Turkyê û komikên girêdayî wê , derdora Kampa Rûbar bi çekên giran topbaran dikin, ji ber vê yekê Koçber ji kampê direvin.
Li gorî ku Ajansa Hawarê ragihandin, şeva çûyî Artêşa Turkyê derdora Kampa Rûbar ku li devera Şêrewa ya Kantona Efrînê ye topbaran kir û xelkên kampê ji tirsa topbaranê re ber bi gundê Basila ve reviyan.
Hêja ye mirov bi bîr bixe ku ev heye demek, topbarana Artêşa Turkyê li ser deverên Efrîn û Şehbayê ranewstiyaye.