Bûyerpress_Dengê Emerîka
Artêşa Emerîkî duh Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 serbazên wan di dema operasyonekê de li Îraqê hatin kuştin.
Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku pênc serbazên din jî birîndar bûn.
General Stephen Townsend, komandarê hêzên Amerîkî yên şerê DAİŞê li Îraqê dikin, got koalisyon “Sersaxiyên kûr ji bo malbat, dost, û hevkarên van lehengan dişîne.“