Bûyerpress
Piştî şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAİŞê de, hêzên HSDê her du taxên Mehdî û Elrefqa yên rojhilatê Reqayê rizgar kirin.
Li gorî ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê, duh Yekşemê hêzên HSDê her du taxên navborî li rojhilatê bajarê Reqayê rizgar kirin û paşê derbasî her du taxên Reşîd û Mansûr bûn.
Di heman demê de li hemî taxên dorhêla bajêr şer berdewam e.