Bûyerpress_Dengê Emerîka
Gurûpeke tenduristî ya çalakdar li herêmên bin destê opozisyonê dibêje hin çekdaran êrîşî nivîsîngehên wê li bakurê rojavayê Sûriyê kirin û 7 endamên wê kuştin.
Gurûpa berevaniya Sivîl ku bêhtir bi navê Kumên Sipî (White Helmets) tê nasîn, di daxuyaniyekê de got êrîş duh şemiyê li bajarokê Sermînê yên parêzgeha Idlibê li wan hatiye kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got ku ew 7 kes hatin kuştin piştî ku hatin gulebarankirin