Bûyerpress
Bi rizgarkirina bajarê Tebqayê re, ku di 10`ê Gulanê de ji aliyê HSD`ê ve pêk hat, tevgera vegera welatiyên Tebqayê, dest pê kir.
Piştî rizgarkirinê, di mehekê de 50 hezar welatî vegeriyan bajar û gundewarên Tebqayê.
Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê û hêzên HSD`ê parastina Tebqayê xurt kirin, Bîroya Karûbarên Rêxistinan a Meclîsa Sivîl a Tebqayê ragihand ku, di sê mehan de 200 hezar welatiyên bajar û gundewarên Tebqayê, vegeriyan ware xwe.