Bûyerpress
Duh Înê li başûrê Sûryayê û li ser sînorê Urdinê, ji encama teqînekê bi dehan ji çekdarên Ceyş Elislam hatin kuştin.
Li devera Nesîb a gundewarê Der’ayê, kesekî xwekuj êrîşî baregeheke Artêşa Islamî dike dema ku di civînê de bûn û xwe dipeqîne, ji encamê zêdetir ji 20 çekdaran hatin kuştin.
Hîn tu aliyê berpirsyariya teqînê negirtiye xwe, lê beriya aniha û li heman deverê zêdetir ji carekê rêxistina DAİŞê bi teqînên wiha rabûye.