Bûyerpress
Yekîneyên Parastina Gel YPG encamnameya êrîşên Turkyayê yên hefteya çûyî ku li ser bakurê Sûryayê pêk hatin, belav dikin.
Di encamnameyê de hat ku Artêşa Turkyê bi avêjtokên Hawin û çekê Doşkayê êrîşî gundên Başemrê, Burc Silêman û Basofan ên devera Şêrewa kiriye, her wiha li ser gundên Mere’naz û Berad Malkyê yên devera Şera êrîş pêk aniye.
Li deverên Efrînê û Şehbayê li ser gelek gundan êrîş pêk hatine, û ji aliyê xwe ve YPGê jî bersiva êrîşan da û herî kêm tangeke Turkyê rûxand.