Bûyerpress_Dengê Emerîka
Koçka Sipî duh Înê bi daxuyanîyekê ragihand ku Serokê Emerîka Donald Trump bo aştîyeke nû li Rojhilata Navîn amadekariyê dike.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku Trump, bo aştîya di navbera Îsraîl û Fîlîstinê de dê sê rêvebirên payabilind bişîne herêmê.
Di nav şandeya ku dê biçe herêmê de, zava û şêwirmendê Trump, Jared Kushner, şêwirmendê Trump yê Îsraîlê, Jason Greenblat û Cîgirê Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî Dina Powell hene.