Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê de, Hêzên Suryaya Demoqratîk ji milên rojhilat û rojavayê bajarê Reqayê ve digihin hev û din.
Li gorî ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê, piştî 65 rojan ji şerê berdewam, her du eniyên erojhilat û rojavayê bajarê Reqayê yên şervanên HSDê li taxa Nezlet Elşihadê gihan hev.
Di heman demê de li hemî taxên dorhêla bajêr, di navbera HSDê û DAİŞê de şer berdewam e.