Bûyerpress
Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed ragihand ku hêzên HSDê li bajarê Reqayê hêdî bi pêş ve diçin, ji ber ku DAİŞê gelek mayîn danîne.
Di axaftineke xwe de li gel ajansa Frans Press Şêx Ehmed got ku ji sedema pirbûna mayînan û hebûna segvanên pispor ên DAİŞê, hêzên HSDê nikarin bi lezgînî bi pêş ve biçin.
Her wiha Şêx Ehmed got ku aniha 9 tax ji bajarê Reqayê di bin kontrola wan de ne û zêdetir 50% ji bajêr hatiye rizgarkirin.