Bûyerpress
Artêşa Turkyê duh Çarşemê êrîşî xaleke YPGê li Kantona Kobanê kir, û YPG bersiva êrîşê da.
Xala YPGê ku li gundê Bobanê yê sînorî ye, Artêşa Turkyê êrîş li serê pêk anî da ku derbasî nava gund bibe, lê piştî ku YPGê bersiv da, hêzên Turkî neçar man ku bi paş ve vegerin.
Hêjayî gotinê ye ku destêwerdana Artêşa Turkyê û derbaskirina sînorê Rojava, ev heye çend sal ranewstiyaye.












































