Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê de, şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAİŞê de berdewam in û ji encama şer 26 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.
Li taxa Reqaya Kevin ku li rojhilatê bajarê Reqayê, di navbera HSDê û DAİŞê de şer derket û HSDê karî çend xalên nû bi dest xwe ve bîne.
Di heman demê de li taxên Hîşam Bin Ebdulmelik, Rewda, Berîd, Deriyê û Reqaya Kevin şer li dar e.