Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî, got ku armanca wan ji serxwebûnê ew e ku rê li ber bobelat û şerên nû were girtin, û veger ji referandomê nîne.
Di axaftineke xwe de li gel rojnameya Elheyat, Berzanî got ku eger Heşda Şabî di kontrolkirina Tileferê de beşdar bibe, metirsî heye operasyonên tolhildanê der heqê bêgunehan de rû bidin.
Her wiha Berzanî tekeziyê li ser wê eyekê kir ku ew ê nehêlin Heşda Şabî derbasî xaka Kurdistanê bibin, û eger destêwerdan çêbû dê li ber xwe bidin.