Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk (HSD), duh Sêşemê li bajarê Reqayê 2 malbatên Ermenî rizgar kirin.
Li gorî belavokeke Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed, hêzên HSDê ew her du malbat rizgar kirine û endamên malbatan gotine ku DAİŞê dihêla ku em şerpeyê li xwe bikin, lê digotin bila rûyê we vekirî be da em we nas bikin.
Hêjayî gotinê ye ku ji dema şerê Reqayê dest pê bûye ve, hêzên HSDê karîne bi sedan ji welatiyên sivîl ji heremên dorpêça DAİŞê rizgar bikin.