Bûyerpress
Artêşa Turkyê di navbera gundên Kurdo yê Kantona Efrînê û gundê Bixûxî yê Bakurê Kurdistanê de, bircên şopandin û çavdêriyê li ser sînor danîne û avakirina dîwarê li ser sînor didomîne.
Li gorî ku dezgehên ragihandina xwecihî dibêjin ji bilî avakirin birc û dîwaran, Artêşa Turkyê gelek rêyên leşkerî li ser sînor vedike û her diçe hêzên xwe pirtir dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demek e topbarana Artêşa Turkyê li ser deverên Efrîn û Şehbayê ranewestiyaye.