Bûyerpress
Desteya Têkiliyên Derve ya girêdayê Federaliya Bakurê Sûryayê, der barê axaftinên Feysel Elmiqdad daxuyaniyek belav kir û got ku Miqdad kesekî bê rewa ye di desthilatê de û em beşek in ji civaka Sûrî.
Feysel Elmiqdad ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rêjîma Sûrî ye, berî aniha gotibû ku hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûryayê henek û tinaz in.
Her wiha di dawiya daxuyaniya Desteya Derve ya Federaliyê de hat ku ” Em di rêvebirina projeya xwe de berdewam in û tişta em dikin ji xwestek îradeya gelên deverê ye”